Li Xezzeyê hejmara şehîdan derket 48 hezar û 339 kesan

Di êrîşa rejima îşxalker a li dijî Xezzeyê ya ku di 7ê Cotmehê de dest pê kiribû de hejmara şehîdan derket 48 hezar û 339 kesan û 111 hezar û 753 kes jî birîndar bûn.
Wezareta Tenduristîyê yê Xezzeyê bi daxuyanîya ku belav kir got ku di encama êrîşên 24 seatên dawî de neaşên 10 şehîdên din jî hatine dîtin ku bi vê hejmara dawî hejmara kesên ku li Xezzeyê şehîd ketin derket 48 hezar û 339 kesan.
Di 19ê Kanûna 2025an de di encama rêkeftina di navbera HAMAS û rejîma îşxalker de agirbest hatibû îmzekirin.
Piştî agirbestê cenazeyên gelek şehîdan di bin avahiyên hilweşiyayî de û li kolanên ku ji ber êrîşan nehatin dîtin, hatin dîtin.
Her wiha ji ber bermahiyên rejîma îşxalker a sîyonîst teqîn çêdibin û dibine sedema birîndar û şehîdbûna Filistînîyan.
Di 24 saetên dawî de bi giştî 10 cenazeyên şehîdan rakirin nexweşxaneyan.
Ji meha Cotmehê heta niha di êrîşa rejima îşxalker a li dijî Xezzeyê de 48 hezar û 339 kes şehîd bûn û 111 hezar û 753kes jî birîndar bûn. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Wezareta Perwerde û Xwendina Bilind a Şerîda Xezzeyê tevî wêraniya mezin a ku ji ber qirkirina siyonîstan pêk hatiye, destpêkirina sala nû ya xwendinê ragihand.
Li Trujilloya bajaroka Peruyê bana navenda danustandinekê hilweşîya. Heta niha 3 jê zarok 8 kes mirin, 80 kes jî birîndar bûn.
Joseph Ewnê Serokomarê Lubnanê ragihand ku, Ji bo li sînora Lubnanê îstîqrar pêk bê divê îsraîl ji cihê îşxal kiriye bi temamê vekişe.