Di êrîşa rejima îşxalker a li dijî Xezzeyê ya ku di 7ê Cotmehê de dest pê kiribû de hejmara şehîdan derket 47 hezar û 35 kesan û 111 hezar û 911 kes jî birîndar bûn.
Rejîma îşxalker a sîyonîst di 7ê Cotmeha 2023an de êrişî ser Xezzeyê kir. Di encama êrîşan de bi deh hezaran kes şehîd û birîndar bûn.
Di 19ê Kanûna 2025an de di encama rêkeftina di navbera Hemas û rejîma îşxalker de agirbest hatibû îmzekirin.
Piştî agirbestê cenazeyên gelek şehîdan di bin avahiyên hilweşiyayî de û li kolanên ku ji ber êrîşan nehatin dîtin, hatin dîtin.
Her wiha ji ber bermahiyên rejîma îşxalker a sîyonîst teqîn çêdibin û dibine sedema birîndar û şehîdbûna Filistînîyan.
Di 24 saetên dawî de bi giştî 122 cenazeyên şehîdan rakirin nexweşxaneyan û 341 kes jî birîndar bûn.
Ji meha Cotmehê heta niha di êrîşa rejima îşxalker a li dijî Xezzeyê de 47 hezar û 35 kes şehîd bûn û 111 hezar û 91 kes jî birîndar bûn. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Hêzên berxwedanê, doh di seatên êvarê de li bajaroka Tammuna başûrê Tubasê operasyonek li dar xistin, di encamê de efserekî sîyonîst kuştin û 3 kesan jî birîndar kirin.
Cenazeya 39 Filistînîyên ku di êrîşên li dijî Xezzeyê de şehîd bûbûn li Refahê hatin dîtin.
Berdevkê Tûgayên Qessamê Ebû Ubeyde derbarê lihevkirina pevguhertına êsîr û agirbestê de peyamek bi vîdeoyî parve kir. Ebû Ubeyde bal kişand ku hereketa Tofana Eqsayê çehreya hemû herêmê guherandîye û got, her çiqas herbek ne berberî hevdu bû jî ji dijminê sîyonîst re bi komên birayên Filistînî re darbeyên giıran danê. Ebû Ubeyde bag kir ku welatên navbeykar ji bo rejîma sîyonîst goh bide lihevkirinê hewceye zextê bide ser û îfade kir em ê goh bidin lihevkirina agirbestê, îsraîl jî bila goh bide yan na pêvajoya lihevkirinê îxlal bikin wê têkeve talûkeyê.