Li Xezzeyê hejmarê şehîdan derket 57 hezar û 268an

Rejima îşxalker ji 7ê Cotmeha 2023yan vir ve qirkirina xwe ya li Xezzeyê didomîne, di encama wê qirkirinê de hejmarê şehîdan derket 57 hezar û 268an, hejmarê birîndaran jî gihaşt 135 hezar û 625 kesan.
Di nav 24 seatên dawîn de ji nexweşxaneyên Xezzeyê re 138 şehîd û 752 birîndar hatin gihandin.
Ji 18ê Adara 2025an vir ve ku rejima îşxalker agirbestê xera kir êrîş dijwartir bû. Heta niha 6 hezar û 710 kes şehîd bûn, 23 hezar û 584 kes jî birîndar bûn.
Li gorî çavkanîyên tenduristîya Filistînê, piranîya şehîdan zarok û pîrek in.
Rayedaran, bal dikşînin ku her roj ku diçe şehîd zêde dibe û rewşa însanî jî xerabtir dibe.
Hat îfadekirin hêna jî gelek mirov di bin kavilan de ne û ambûlans û ekîbên paratina sîvîl nikarin xwe bighînin wan. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Ji ber lehîya li Texasa Emrîkayê herî kêm 24 kesan canê xwe ji dest dan. Rayedarên Herêmê, hişyarî dan dibe ku hejmarê mirîyan zêde jî bibe.
Serokkomarê Îranê Pezeşkîyan piştî vegera xwe ji serdana xwe ya Azerbaycanê li Balafirgeha Mehrabad a Tehranê daxuyaniyek da.
Li Xezzeyê, di êrîşên dijwar ên ku ji saetên sibê ve berdewam dikin de 19 Filistînî şehîd bûn. Topxane û êrîşên hewayî yên rejîma sîyonîst bi taybetî konên penaberan û wargehên sîvîlan kirin hedef.
Ajansa Îskan û Alîkarîya Penaberên Filistînî yê li Rojhilata Nêz a Neteweyên Yekbûyî (UNRWA), ji ber astengkirina alîkarîyên însanî li Xezzeyê Filistînîyan di kolanan de dixeriqin.