Pezeşkîyan hevdîtinên xwe yên bi Erdogan û Aliyev re nirxand

Serokkomarê Îranê Pezeşkîyan piştî vegera xwe ji serdana xwe ya Azerbaycanê li Balafirgeha Mehrabad a Tehranê daxuyaniyek da.
Serokkomarê Îranê Mesûd Pezeşkiyan diyar kir ku welatên beşdarê Lûtkeya Rêberên Rêxistina Hevkariya Aborî (ECO) bûn êrîşên rejîma sîyonîst li ser Îranê bi tundî şermezar kirin.
Pezeşkiyan hevdîtina xwe ya bi Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan û Serokkomarê Azerbaycanê Eliyev re weha nirxand:
Pezeşkîyan got, "Hevdîtina bi Birêz Erdogan re pir baş û avaker bû, û me hem têkiliyên aborî û hem jî êrîşên sîyonîstan nîqaş kir. Serokkomarê Tirkiyeyê bi eşkereyî êrîşkariya rejîma sîyonîst şermezar kir, û me li ser hevkariya dîplomatîk a pêşerojê nîqaş kir."
Pezeşkîyan derbarê hevdîtina xwe ya bi Serokkomarê Azerbaycanê Îlham Eliyev re got, "Hevdîtina me ya bi Eliyev re di atmosfereke erênî û dostane de derbas bû û di warê hevkariya aborî û herêmî de encamên baş hatin bidestxistin."
Pezeşkiyan her wiha diyar kir ku sefer û serdan dikarin rê li ber xurtkirina têkiliyên bi welatên Îslamî re vekin. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Rejima îşxalker ji 7ê Cotmeha 2023yan vir ve qirkirina xwe ya li Xezzeyê didomîne, di encama wê qirkirinê de hejmarê şehîdan derket 57 hezar û 338an, hejmarê birîndaran jî gihaşt 135 hezar û 957 kesan.
Serokê Emrîkayê Donald Trump got ku di danûstandinên ji bo bidawîkirina şerê li Xezzeyê de, dibe ku vê hefteyê peymaneke agirbestê were kirin. Trump bersiva Hamasê, ku bi rêya navbeynkaran hat ragihandin, wekî "pêşkeftinek erênî" nirxand.
Tûgayên Qessam ragihandin ku wan li dijî leşker û wesayîtên îşxalker ên li nêzî Rêveberiya Perwerdehiyê ya li navenda Xan Yûnisê operasyoneke berfireh pêk anîne.
Sekreterê Giştî yê Tevgera Hizbullaha Lubnanê Şêx Neîm Qasim di axaftina xwe de got ku berxwedan çekdanîn û teslîmbûnê neke.