Li Xezzeyê hejmarê şehîdan derket 58 hezar û 667an

Rejima îşxalker ji 7ê Cotmeha 2023yan vir ve qirkirina xwe ya li Xezzeyê didomîne, di encama wê qirkirinê de hejmarê şehîdan derket 58 hezar û 667an, hejmarê birîndaran jî gihaşt 139 hezar û 974 kesan.
Di nav 24 seatên dawîn de ji nexweşxaneyên Xezzeyê re 94 şehîd û 367 birîndar hatin gihandin.
Ji 18ê Adara 2025an vir ve ku rejima îşxalker agirbestê xera kir êrîş dijwartir bû. Heta niha 7 hezar û 843 kes şehîd bûn, 27 hezar û 933 kes jî birîndar bûn.
Li gorî çavkanîyên tenduristîya Filistînê, piranîya şehîdan zarok û pîrek in.
Rayedaran, bal dikşînin ku her roj ku diçe şehîd zêde dibe û rewşa însanî jî xerabtir dibe.
Hat îfadekirin hêna jî gelek mirov di bin kavilan de ne û ambûlans û ekîbên paratina sîvîl nikarin xwe bighînin wan. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Neteweyên Yekbûyî, destnîşan kir ku êrîşên rejima îşxalker a sîyonîst serxwebûnîya Sûrîyeyê û yekîtîya axên Sûrîyeyê îxlal dike, di heman demê de di demekî ewa hessas de bêîstîqrartir dike.
Di zindanên rejima sîyonîst a îşxalker de, ji 7ê Cotmehê vir ve hejmarê êsîrên ku şehîd bûne derket 74 kesan.
Li Siwêdayê, başûrê Sûriyeyê, komên çekdar ên Durzî yên ku ji teref rejîma sîyonîst ve tên piştgirîkirin li dijî hikûmetê serî hildan. Piştî komkujiyên li dijî eşîrên bedewî yên li herêmê, hêzên eşîran êrîşeke dijber dan destpêkirin û ketin navenda bajarê Siwêdayê.
Kompaniya "Bazan Group" a rejîma îşxalker ragihand ku zirara êrîşa mûşekî ya Îranê li ser rafineriya petrolê û şirketên girêdayî wê li Kendava Heyfayê di navbera 150 û 200 milyon dolarî de ye.