Pakistanê cara yekem di dîroka xwe de petrol ji Emrîkayê stand

Mezintirîn şîrketa rafineriya petrolê ya Pakistanê, Cnergyico, dê di Cotmehê de 1 milyon bermîl petrola Navînî ya Teksasa Rojava ya Emrîkayî (WTI) îtxal bike.
Alîkarê Serokê Cnergyico, Osama Qureshi, ji ajansa nûçeyan a Reuters re axivî û got ku ev koma petrolê bi rêya şîrketa bazirganiya kelûpelan a cîhanî Vitol hatiye kirîn.
Qureshi got, "Ev komeke ceribandinê ye li gorî peymana me ya demdirêj bi Vitol re. Ger ew ji hêla bazirganî ve maqûl û gihîştî be, em dikarin her meh herî kêm yek komekê îtxal bikin."
Li gorî raporê, peymana petrolê tenê çend meh piştî gefên Serokê Amerîkayê Donald Trump ên li ser îxracatên Pakistanî yên bi bacên gumrikê yên zêde hatine sepandin, pêk hat. Vê pêşketinê Îslamabad neçar kir ku têkiliyên xwe yên enerjî û bazirganiyê bi Washingtonê re berfireh bike.
Kirîna yekem a petrolê ji aliyê Pakistanê ve ji Amerîkayê nîşan dide ku ev yek di girêdayîbûna wê ya enerjiyê ya demdirêj a bi welatên Rojhilata Navîn re guhertinek girîng e. Petrol îtxalata herî mezin a Pakistanê ye. Ji sala darayî ya 2024-2025an vir ve, ku di 30ê Hezîranê de bi dawî bû, îtxalata petrolê ya welêt gihîştiye 11.3 milyar dolarî, ku ev jî ji sedî 20ê îtxalata giştî ya Pakistanê pêk tîne. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Li peravên rojhilata Emrîkayê ji ber barîna zêde, li New York û New Jerseyê rewşa awarte hat îlankirin.
Ji Xezzeya ku divê rojane 800 qamyon bikeve hindir re, tenê qasî 5 qamyonan alîkarî ji hewayê hat şandin, ev jî bû sedema nerazîbûnê.
Rejima îşxalker ji 7ê Cotmeha 2023yan vir ve qirkirina xwe ya li Xezzeyê didomîne, di encama wê qirkirinê de hejmarê şehîdan derket 60 hezar û 332an, hejmarê birîndaran jî gihaşt 147 hezar û 743 kesan.