Li Xezzeyê hejmarê şehîdan derket 63 hezar û 633yan

Rejima îşxalker ji 7ê Cotmeha 2023yan vir ve qirkirina xwe ya li Xezzeyê didomîne, di encama wê qirkirinê de hejmarê şehîdan derket 63 hezar û 633yan, hejmarê birîndaran jî gihaşt 160 hezar û 914 kesan.
Di nav 24 seatên dawîn de ji nexweşxaneyên Xezzeyê re 76 şehîd û 281 birîndar hatin gihandin.
Ji 18ê Adara 2025an vir ve ku rejima îşxalker agirbestê xera kir êrîş dijwartir bû. Heta niha 11 hezar û 502 kes şehîd bûn, 48 hezar û 900 kes jî birîndar bûn.
Li gorî çavkanîyên tenduristîya Filistînê, piranîya şehîdan zarok û pîrek in.
Rayedaran, bal dikşînin ku her roj ku diçe şehîd zêde dibe û rewşa însanî jî xerabtir dibe.
Hat îfadekirin hêna jî gelek mirov di bin kavilan de ne û ambûlans û ekîbên paratina sîvîl nikarin xwe bighînin wan. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Rêxistina Efû ya Navneteweyî bal kişand ku “Fîloya Piştgirîya Kûrewî” bi gelê Xezzeyê re nîşana piştgirîyekî biqewet e û ji rejima sîyonîst re jî banga astengnekirina fîloya însanî kir.
Li herêma Darfura rojavaya Sûdanê ax herikî, di encamê de gundekî bi temamî tune bû û ji hezarî zêdetir însan mirin. Bûyer, ji teref Tevgrea Artêşa Xelasîya Sûdanê ve hat diyarkirin.
Leşkerekî dinê yê îşxalker ku di qirkirina li Xezzeyê de wezîfe girtîye, li baregeha leşkerî ya li Bakurê Filistînê întîhar kir. Van bûyerên întîharê bedêla psîkolojîk a qetlîamên îşxalkeran nîşan didin.