Li Xezzeyê hejmarê şehîdan derket 69 hezar û 755an
Artêşa îşxalê îfade kir ku bi tevî êrîşên dawîn ên sîyonîstan li Xezzeyê hejmarê şehîdan bi zêdebûna 17 kesan derketîye 69 hezar û 775an.
Wezareta Tenduristî ya Xezzeyê, îfade kir ku di nav 24 saetên dawîn de 14 cesed ji bin kavilan hat derxistin û bi tevî wan 17 cenaze û 16 birîndar ji nexweşxaneyan re hatine anîtin.
Ji destpêka agirbestê heta îro di êrîşên îxlalkirinê ya îşxalkeran de 345 kes şehîd bûn, 889 kes jî birîndar bûn, 588 kes jî ji bin kavilan hatin derxistin.
Hat destnîşankirin ku ji 7ê Cotmeha 2023yan vir ve li Xezzeyê 69 hezar û 775 kes şehîd bûn, 170 hezar û 965 kes jî birîndar bûn.
Artêşa sîyonîst digel agirbestê dîsa jî êrîşî Filistînîyan dike. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Ukrayna, daxuyand ku ew li Rûsyayê êrîşî febrîqeya temîrkirina balafiran, tesîseke hilberîna ÎHAyê û 2 tesîsên petrolê kirine.
Li Komarîya Demokratîk a Kongoyê 25 efserên payebilind hatin binçavkirin.
Berdevkê Emîrtîya Îslamî ya Efxenistanê Zebîhullah Mucahîd ragihand ku di êrîşa bombeyî ya hêzên Pakistanî de li ser maleke sivîlan li parêzgeha Xost Efxenistanê 10 kes mirin.