Li Xezzeyê îxlalkirinên agirbestê berdewam dikin: 5 şehîd, gelek birîndar
Di êrîşên li ser deverên cuda yên Şerîda Xezzeyê de pênc kes hatin şehîdkirin û gelekên din jî birîndar bûn. Êrîşan wesayîtek, avahiyên niştecihbûnê û gelek deverên din kirin hedef, di heman demê de hêzên îşxalker agirbestê îxlal dikin.
Di êrîşeke asmanî ya li ser wesayîtekê li herêma Meclîsa Wezîran a li taxa Tel el-Hawa ya li başûrê rojavayê bajarê Xezzeyê de herî kêm çar kes hatin kuştin û gelekên din jî birîndar bûn.
Di êrîşeke asmanî de li ser avahîyeke nêzîkî Nexweşxaneya El Şîfa li rojavayê Xezzeyê, Îman Abdulelal hat şehîdkirin û gelek kesên din jî birîndar bûn.
Sîyonîstên îşxalker her wiha li rojhilatê bajarê Xezzeyê li taxên Tuffah û Şuca'iyeyê jî êrîşên hewayî pêk anîn. Di êrîşan de du avahiyên bi navê Dahir û Mistaha yên li Kolana Bexdayê ya li Şuca'iyeyê hatin wêrankirin.
Di êrîşekê de li Şuca'iyeyê 3 kes birîndar bûn, û li herêma Ebû el-Ajîn a li başûrê rojhilatê Dêr el-Belahê jî 3 kes ji ber gulebarana hêzên îxşalker birîndar bûn.
Di êrîşeke bi dronê de li nêzîkî Hola Qesra Xeyalan a li rojavayê Xan Yûnisê, du kes birîndar bûn, her wiha keçek ciwan a ku di çadra xwe de li herêma Kizan Reşvan a bajêr bû, ji pişta xwe ve hate gulebarankirin û birîndar bû.
Li Kampa Penaberan a Bureij, li bakurrojhilatê navenda Xezzeyê, ji ber gulebarana ji wesayîtên hêzên sîyonîstan kesek birîndar bû.
Beşên rojhilatê Dêr Belehê bûn hedefa topan, topek li malekî li herêmê ket. Topbaraneke dijwar li rojavayê Refahê çêbû û li gelek deverên bajêr xebatên hilweşandinê hatin kirin.
Li derdora Şuca'iyeya li rojhilatê bajarê Xezzeyê, bombeyên deng bi dronan hatin avêtin, di heman demê de herêm rastî topbarana dijwar hat. Li bakur-rojavayê bajêr jî fîşekên hewayî hatin bikaranîn. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Serokkomarê Ukraynayê Volodîmîr Zelenskî ragihand ku di êrîşên artêşa Rûsyayê yên şevê din li seranserê welat de pênc kes, ku yek ji wan zarok e, hatine kuştin û 14 kes jî birîndar bûne.
Di lehî û barana dijwar a ku li wîlayeta Uttar Pradesh a Hîndistanê tesîrdar bû de 81 kesan canê xwe ji dest dan.
Sîyonîstên ku bi hinceta cejnên Cihûyan êrîşên xwe yên li ser Mescîda Eqsayê didomînin, îro jî di bin parastina hêzên îşxalker de bi komî ketin hundirê mizgeftê.