Li Yemenê di îstasyona sotemenîyê de teqîn pêk hat, di encama teqînê de 15 kesan canê xwe ji dest dan, herî kêm 67 kes jî birîndar bûn.
Ji teref ajansa SABAya girêdayê Ensarullahê ye ve hat diyarkirin ku li gorî hûrgilîyên Wezareta Tenduristîyê li wîlayeta El Beydayê di îstasyonekî sotemenîyê de teqînek pêk hat û di encama teqînê de 15 kesan canê xwe ji dest dan, herî kêm 67 kes jî birîndar bûn.
Li gorî çapemenîya mehellî li herêma El Mecrîşa navçeya El Zaherê di tesîsekî sotemenîyê de teqîn pêk hat. Nexweşxaneya El Sevrayê, ji ber zêdebûna mexdûran bang li gelê herêmê kir ku bila xwîna xwe bidin. Ji zêdebûna hejmarê mirîyan jî endîşe tê kirin. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Di qirkirina ku ji 7ê Cotmehê vir ve ji teref sîyonîstên îşxalker ve li Xezzeyê hat kirin de hejmara şehîdan derket 46 hezar û 565an û hejmara birîndaran jî derket 109 hezar û 660an.
Piştî ku îşxalkeran bi saetan li Şerîeya Rojavayê 15 kes di nav de jinek jî heye desteser kirin, êrîşên xwe yên li ser bajar û gundên ku Filistînî lê dijîn didomînin, di dema serdegirtinan de di navbera berxwedêrên Filistînî û îşxalkeran de pevçûn rû didin.
Li Îranê artêş, li herêmên parastina hewayî yên rojava û bakurê welat tetbîqata bi navê "Power-1403" da destpêkirin.
Endamê Biroya Sîyasî ya Tevgera Berxwedana Îslamî Usama Hamdan, îfade kir ku berxwedan plana tesfîyekirina doza Filistînê tarûmar kir, çareserîyek tenê heye ku ew jî dawîbûna îşxalê ya ji temamê axên Filistînê ye.