Li Îranê hejmarê şehîdan gihîşt 78 kesan

Nûnerê Daîmî yê Îranê li NY ragihand ku di êrîşa rejîma sîyonîstî ya li ser Îranê de 78 kes şehîd bûne û 320 kes jî birîndar bûne.
Nûnerê Daîmî yê Îranê li Neteweyên Yekbûyî ragihand ku di êrîşa rejîma sîyonîstî ya li ser Îranê de 78 kes şehîd bûne û 320 kes jî birîndar bûne.
Her çend hûrgiliyên êrîşê hîn nehatine zelalkirin jî, ji ber ku deverên hedefgirtî ji aliyê sivîlan ve dihatin niştecihkirin, nerazîbûna gel derketiye holê.
Piştî êrîşan, rayedarên hikûmeta Îranê diyar kirin ku ev êrîşên hovane bê ceza namînin.
Ji aliyekî din ve, civaka navneteweyî ragihand ku ew ji zêdebûna aloziyan bi fikar in, û tê texmînkirin ku di demek kurt de kêmkirina aloziyên li herêmê dê dijwar be. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Wezareta Tenduristî ya Xezzeyê, diyar kir ku êrîşên rejima îşxalker hêna jî berdewam dikin, di encama êrîşên ku nav 48 seatên dawîn hatin lidarxistin de 90 kes şehîd bûn, 605 kes jî birîndar bûn.
Rejima sîyonîst di êrîşa li dijî Îranê de sîvîlan hedef girt. Di êrîşa ku li kompleksa qonit a Çamranê ya li Tehranê hat lidarxistin de 60 sîvîl şehîd bûn. Îranê, diyar kir ku ew ê tolhildan berdewam bikin û êrîş bêbersiv nemînin.
Îranê, di pêvajoya tolhildanê de ket nav merhaleyekî nû. Çavkanîyên leşkerî yên Îranê, daxuyandin ku ew ê di rojên pêş de ne tenê axên îşxalkirî bikin hedefên xwe, ew ê baregehên herêmê yên Emrîkayê jî hedef bigrin.