Misir: Zêdetirî 20 rêber ew ê beşdarî lûtkeya Xezzeyê bibin

Serokatiya Misirê ragihand ku rêberên zêdetirî 20 welatan ew ê beşdarî lûtkeya ku dê derbarê peymana bidawîanîna şerê li Xezzeyê de were lidarxistin bibin.
Serokatiya Misirê ragihand ku rêberên zêdetirî 20 welatan dê beşdarî lûtkeya ku li ser peymana bidawîanîna şerê li Xezzeyê tê lidarxistin bibin.
Piştî ku agirbesta di navbera rejima îşxalker û HAMASê de di çarçoveya plana Xezzeyê ya ji teref Emrîkayê ve hatiye amadekirin de bikeve meriyetê, Misir dê li ser Xezzeyê lûtkeyeke navneteweyî li dar bixe.
Civîna bilind, ku dê li Şarm el-Şêx a li ser Behra Sor were lidarxistin, wê ji teref Emrîkayê û Misirê ve were birêvebirin.
Li gorî daxuyaniya Serokatiya Misirê, rêberên ji zêdetirî 20 welatan dê beşdarî lûtkeyê bibin. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Hejmara şehîdên ku di êrîşên artêşa îşxalker a li ser Xezzeyê de şehîd bûn gihîşt 67 hezar û 682an.
Artêşa qaşo ya rejîma îşxalker a sîyonîst bi êrîşên hewayî yên li ser başûrê Lubnanê careke din agirbestê îxlal kir.
Piştî nimêja înê, li seranserê Îranê, bi taybetî li Tehranê, xwepêşandanên piştgiriyê ji bo Xezzeyê û Filistîniyan hatin lidarxistin.