Dr. Hussam Ebû Safîyayê Mudûrê Nexweşxaneya Kemal Edwanê, di êrîşa îşxalê ya li dijî nexweşxaneyê de birîndar bû.
Siyonîstên îşxalker qirkirina xwe ya li Xezzeyê didomînin. Îşxalkerên ku di êrîşên xwe de sînoran nas nakin, Filistîniyan mehkûmî birçîbûnê dikin.
Îşxalkerên ku li bakurê Xezzeya dorpêçkirî bi balafiran êrîşî Nexweşxaneya Kemal Edwan kirin, rasterast birîndarên li nexweşxaneyê hedef girtin.
Di êrîşê de Midûrê Nexweşxaneya Kemal Edwanê Dr. Hussam Ebû Safîya birîndar bû û got: "Birîndar bûna min ji min re şeref e.” (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Di qirkirina ku ji 7ê Cotmehê vir ve ji teref siyonîstên îşxalker ve li Xezzeyê hat kirin de hejmara şehîdan derket 44 hezar û 211yan û hejmara birîndaran jî derket 104 hezar û 567an.
Di êrîşên îro yên balafirên îşxalê yên li dijî kampên El-Mexazî û El-Bureyc ên li navenda Şerîda Xezzeyê de 4 jê zarok 7 kes şehîd bûn û gelek kes jî birîndar bûn.
Piştî ku Hizbullah a Lubnanê bi mûşekên giran herêmên bakur û navendî yên Filistîna îşxalkirî hedef girt, gelek îşxalker birîndar bûn û mal û wesayîtan zirar dîtin.