Netanyahuyê Kujer: Em lihevkirinê dixwazin, lê em ti bedelî nadin

Piştî hevdîtinên bi Trump re, serokwezîrê qaşo yê rejîma siyonîst Benyamin Netanyahu got, "Em danûstandina êsîran dixwazin, lê ne di hemû şert û mercan de." Ji aliyê din ve, HAMAS tekez kir ku ew ê ji daxwazên xwe yên bingehîn paşve gav neavêjin.
Netanyahu, ku Dadgeha Cezayê ya Navneteweyî fermana girtinê ji bo wî derxistiye, îddîa kir ku wî û Trump di nav "armanc û stratejiyeke hevpar" de ne, ev pêvajo li ser bingeha "hevrêziyê" ye û ti zext tune ye.
Netanyahu, ku vê hefteyê cara duyemîn bi Serokê Emrîkayê Trump re civiya, diyar kir ku rojeva sereke ya hevdîtinan berdana êsîrên li Xezzeyê bû. Di heman demê de, kesên nêzîkî Trump in, dibêjin ku alîgiran ji her demê bêtir nêzîkî rêkeftineke agirbestê ne.
HAMAS: Em ji bo berxwedanê û gelê xwe bazarîyê nakin
Şêwirmendê Çapemeniyê yê Serokê Buroya Sîyasî ya HAMASê Tahir el-Nunu, ji El Cezîreyê re got ku pêvajo ne hêsan bû û du mijarên jêrîn di rojeva sereke ya danûstandinan de bûn:
Divê alîkariya mirovî bênavber û bêyî destwerdana îşxalkeran bigihîje Xezzeyê.
Diyar kirina xetên vekişînê yên artêşa sîyonîst.
An-Nunu tekez kir ku HAMAS dê li ser hesabê berxwedana xwe û rûmeta gel tu gavan paşve neavêje, û danûstandina êsîran tenê dikare pêk were ger îşxalker bi tevahî biqede û şert û mercên mirovî werin bicîhanîn.
Li gorî Reutersê, rejîma sîyonîst di dema danûstandinan de israr dike ku kontrola leşkerî li ser nêzîkî sêyeka yek ji Xezzeyê biparêze. Hebûneke leşkerî ya daîmî bi taybetî li ser eksena Moragê, ku di navbera Refeh û Xan Yûnisê de derbas dibe, tê hedefgirtin. Her wiha dixwaze bi rêya Ajansa Mirovî ya Xezzeyê ya ku ji hêla Washingtonê ve tê piştgirîkirin, kontrola alîkariyê biparêze. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Çeteyên çekdar ên Cihûyî êrîşî bajarokê Sincilê yê li bakurê Ramallahê kirin û du Filistînîyên 23 salî kuştin. Kenê li ser rûyê Mihemed El Şelbî, ku cenazeyê wî piştî çend seatan hate dîtin, berxwedana adil a gelê Filistînê nîşan da.
Wezîrê Karên Derve yê Îranê Abbas Erakçî, got ku bernameya wan a nukleerî armancekî aştîyane di nav xwe de dihewîne û di çarçoveya Peymana Pêşgirtina Belavbûna Çekên Nukleerî (NPT) de tê meşandin.
Balafirên herbê yên sîyonîstan li bakur, orte û başûrê Xezzeyê êrîşên asîmanî pêk anîtin. Di encama van êrîşan de herî kêm 48 kes şehîd bûn. Îşxalkeran di vê êrîşê de çadiran, herêmên ku sîvîl lê dicivin û xanîyan hedef girt.
Baranên musonê ku li Pakistanê dibare bû sedema lehîyê, di encama lehîyê de heta niha 98 kes mirin, birîndar jî gihîştin 185 kesan.