Netanyahuyê sîyonîst: Heger Hamas agirbestê qebûl bike jî, em ê Xezzeyê îşxal bikin

Serokwezîrê qaşo yê rejîma sîyonîst Benyamîn Netanyahû got ku heger HAMAS agirbest û peymana pevguhertina êsîran qebûl bike jî, ew ê Xezzeyê îşxal bikin û got, "Em ê di her rewşê de vê bikin. Qet nîşanek şibheyê tunebû ku em HAMASê li wir nehêlin."
Di demekê de ku rejîma sîyonîst plana xwe ya îşxalkirina Xezzeyê leztir dike, hewldanên îşxalkirinê ji çar aliyên cîhanê rexneyên giran distînin.
Her çiqas gelek welatan nerazîbûna xwe ya li dijî plana îşxalkirina Xezzeyê îlan kirin jî, ji îşxalkerê siyonîst Netanyahu daxuyaniyên skandal hatin.
Netanyahu di daxuyaniyekê de got, "Min ferman da ku hemû êsîrên me werin berdan û di bin şert û mercên ku ji bo îsraîlê qebûl dibin de, ji bo bidawîanîna şer tavilê danûstandin bên destpêkirin."
Netanyahu di hevpeyvîna xwe ya bi Sky News Australia re da de, bersiva pirsa pêşkêşvan da ka gelo îsraîl ew ê dev ji plana xwe ya îşxalkirina Xezzeyê berde ger Hamas bi rêkeftinekê razî bibe û got, "Em ê di her rewşê de vêya bikin. Qet şibhe tunebû ku em ê Hamasê li wir nehêlin."
Netanyahu diyar kir ku ew ê êrîşên xwe yên tundûtûj ên 22 mehan li ser Xezzeyê bi şertê ku êsîr werin berdan û HAMAS bêçek bibe, biqedînin û got, "Armanca me ev e. Azadkirina hemî êsîran, bêçekkirina HAMASê, bêçekkirina Xezzeyê."
Hamasê ragihandibû ku pêşniyara Misir û Qeterê ya derbarê agirbest û pevguhertina êsîrên li Xezzeyê qebûl kiriye.
Rayedarekî payebilind ê ku navê wî nehatiye eşkerekirin, ji medyaya siyonîst re axivî û got ku tevî wergirtina bersiva Hamasê ya derbarê peymana pevguhertina êsîran de, helwesta Tel Avîvê neguheriye.
Rayedarekî rejîma sîyonîst destnîşan kir ku rêveberiya Tel Avîvê li ser peymanek ku dê hemû êsîran azad bike israr kiriye. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Wezareta Tenduristî ya Filistînê ya li Xezzeyê, daxuyand ku di êrîşên 24 seatên dawîn ên rejima sîyonîst a li dijî Xezzeyê de 70 kes şehîd bûn, 356 kes jî birîndar bûn.
Ajansa Bireveberîya Acîl ê Netewî ya Nîjerê (NEMA), daxuyand ku li welat ji serê salê vir ve li 25 wîlayetan lehîyên mezin pêk hatine.
Li Qereçîya Pakistanê di depoyekî agirbazê de teqîn pêk hat, di encama etqînê de 2 kesan canê xwe ji dest dan, 34 kes jî birîndar bûn.