Netenyahu êrîşî belgefîlma “NAZA”yê kir
Serokwezîrê qaşo yê rejima îşxalker Binyamîn Netenyahu, belgefîlma “NAZA”yê ya ku qetlîama sîvîl a li Xezzeyê belge dikir wek provokasyona antîsemîtîk nirxand. Belgefîlm bi hişêçêker metodên qetlîamên leşkerên rejima îşxalker îfşa dikir û Netenyahu jî vêya derewand.
Di belgefîlma “NAZA”yê de bi hişê çêker tê qalkirin û nîşandan ku lşeşkerên rejima îşxalker bi bombeyan xanîyan xera dike, bi qestî bombeyan li ser serê sîvîlan davêje û Filistînîyên ku di rêza nan de ne şehîd kirine. Di belgefîlmê de rasterast şahidên ku di artêşa îşxalker de wezîfedar in jî cîh digre.
Netenyahu, digel di girtîgehên leşkerî de li dijî êsîrekî Filistînî dîmenên tecavuzê derketin holê jî îddîa kir ev belgefîlm “montaj” e.
Ev belgefîlm di Festîwala Fîlm a Venedîkê layiqê dîyarîya “Xelta Taybet a Jurî” hat dîtin û rayedarên rejima îşxalker pêvajoyeke qanûnî dan destpêkirin ji ber ka gelo ev tiştan ji teref artêşê ve hatîye qalkirin an jî na. Wezîrê çandinîyê ya qaşo ya rejima îşxalker jî derhêneran jî bi derxistina ji welatîyê tehdîd kir. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Zîyad Muhammed Cabir ê 54 salî, li bajarê El-Bireh ê Şerîaya Rojava di êrîşa hêzên îşxalker de şehîd bû. Bi şehîdbûna Cabir re, hejmara Filistîniyên ku ji destpêka sala 2026an vir ve li Şerîaya Rojava bi guleyên hêzên îşxalker şehîd bûne, ji 100î derbas bû.
Li wîlayeta Plateau ya Nîjeryayê ji otobûsa rêwîyan re bi çekan êrîş hat lidarxistin, di encama êrîşa çekdarî de 11 kesan canê xwe ji dest dan, gelek kes ji birîndar bûn.
Îranê daxuyand ku wan heta niha ji ber îxlalên li Tengava Hurmuzê ya bi armanca “Îdareya Rêya Avê ya Kendava Farsê” damezrandin heta niha 77 keştîyan kirine nav lîsteya mueyyîdeyan.