Îram: Me heta niha 77 keştîyan kir nav lîsteya mueyyîdeyan
Îranê daxuyand ku wan heta niha ji ber îxlalên li Tengava Hurmuzê ya bi armanca “Îdareya Rêya Avê ya Kendava Farsê” damezrandin heta niha 77 keştîyan kirine nav lîsteya mueyyîdeyan.
Ji teref Îranê ve bi armanca tertîpkirina derbasbûyînan ji Tengava Hurmuzê “Îdareya Rêya Avê ya Kendava Farsê” hat damezrandin, û Îranê derbarê îxlalên keştîyan a li Tengava Hurmuzê de daxuyanîyan da.
Di daxuyanîyê de hat îfadekirin ku ew ji ber îxlalan 77 keştîyan xistine nav lîsteya mueyyîdeyan.
Hat îfadekirin ku ew ê ji keştî û şîrketên sîgortayê yên ku bi van keştîyan rehevkarîyê kirine re jî mueyyîdeyan lidar bixin. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Zîyad Muhammed Cabir ê 54 salî, li bajarê El-Bireh ê Şerîaya Rojava di êrîşa hêzên îşxalker de şehîd bû. Bi şehîdbûna Cabir re, hejmara Filistîniyên ku ji destpêka sala 2026an vir ve li Şerîaya Rojava bi guleyên hêzên îşxalker şehîd bûne, ji 100î derbas bû.
Serokwezîrê qaşo yê rejima îşxalker Binyamîn Netenyahu, belgefîlma “NAZA”yê ya ku qetlîama sîvîl a li Xezzeyê belge dikir wek provokasyona antîsemîtîk nirxand. Belgefîlm bi hişêçêker metodên qetlîamên leşkerên rejima îşxalker îfşa dikir û Netenyahu jî vêya derewand.
Li wîlayeta Plateau ya Nîjeryayê ji otobûsa rêwîyan re bi çekan êrîş hat lidarxistin, di encama êrîşa çekdarî de 11 kesan canê xwe ji dest dan, gelek kes ji birîndar bûn.