Netenyahuyê îşxalker: Mizakere wê di bin şer de berdewam bike

Serokwezîrê qaşo yê rejima îşxaîlker Binyamîn Netenyahu, di daxuyanîya ku derheqê êrîşa li dijî Xezzeyê de belav kir de, destnîşan kir ku mizakere tenê wê di bin şer de berdewam bike.
Îşxalkeran di seatên êvarê de êrîşeke mezin li dijî Xezzeyê dan destpêkirin, HAMASê jî diyar kir ku agirbest ji teref îşxalkeran ve hatîye xerakirin.
Netenyahuyê îşxalker di daxuyanîya ku dawîn belav kir de, mizakera encax “di bin şer de” berdewam bike. Netenyahu îfade kir ku di warê gihaştina hedefên xwe yên herbê de wê tu astengîyek wan nede sekinandin.
Xeyn ji vêya Netenyahu, ji Serokê Emrîkayê Donald Trump re jî ji ber destekên wî teşekuran kir. artêşa îşxalê, piştî daxuyanîya Temsîlkarê Taybet ê Rojhilata Navîn ê Serokê Emrîkayê Donald Trump Steve Witkoff ve ku îddîa kiribû pêşnîyara plana wan ji teref HAMASê ve hatîye redkirin, dest bi êrîşa Xezzeyê kir.
HAMASê jî ji daxuyanîya Netenyahuyê re bersiv da, û îfade kir ku ew plana Witkoff red nekirine encax sîyonîstên îşxalker agirbestê xera kirine. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Antonio Guterres got, "Em dibin şahidê rewşek ku gelê Filistînê bi awayekî bê tehemul diêşe, bi sedan di êrîşên hewayî de dimirin û alîkariyên mirovahî hêna jî têne astengkirin."
Daîreya Weqfên Îslamî ya Qudsê, daxuyand ku li Mescîdî Eqsayê 60 hezar mirov nimêjên eşa û terawîhê kirin.
Yek ji serokên tevgera HAMASê Usame Hamdan, îfade kir ku bi armanca sekinandina êrîşên rejima îşxalker a li dijî gelê Filistînê bi rayedarên Qeter û Misirê re di nav têkilîyê de ne.