Guterres: Em li Xezzeyê dibin şahidê êşên ku nayên tehemûlkirin

Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Antonio Guterres got, "Em dibin şahidê rewşek ku gelê Filistînê bi awayekî bê tehemul diêşe, bi sedan di êrîşên hewayî de dimirin û alîkariyên mirovahî hêna jî têne astengkirin."
Guterres di daxuyaniya xwe de wiha got: "Rola Neteweyên Yekbûyî ew e ku her tiştî bike ji bo razîkirina aliyan û zextê li civaka navneteweyî li ser sê mijarên sereke bike."
Guterres got ku ev di nav wan de "pêbendbûna tam bi agirbestê, gihandina bê astengî ya alîkariyên mirovî ji bo Xezzeyê û azadkirina bê şert û merc e girtiyan" û tekez kir ku "Neteweyên Yekbûyî dê dev ji van armancan bernede".
Guterres wiha got: "Em dibin şahidê rewşek ku gelê Filistînê bi awayekî bê tehemul diêşe, bi sedan kes di êrîşên esmanî de dimirin û alîkariyên mirovî hê jî tên astengkirin."
Hêzên îşxalker danê sibê êrîşên hewayî yên berfireh li ser Xezzeyê pêk anîn û şerê qirkirinê ji nû ve da destpêkirin.
Di van êrîşan de herî kêm 404 Filistînî şehîd bûn û zêdeyî 562 kes jî birîndar bûn. Di nava birîndaran de hinek jî giran in.
Siyonîstên îşxalker ji 7ê Cotmeha 2023an vir va bi piştgiriya bêsînor a Emrîkayê li Xezzeyê qirkirinê dikin. Di van êrîşan de zêdeyî 160 hezar Filistînî şehîd û birîndar bûn. Piraniya şehîdan zarok û jin in. Herwiha zêdetirî 14 hezar kes jî winda ne. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Wezîrê Karê Derve yê Îranê Abbas Erakçî, îfade kir ku welatê wî, “Daîma ji dîyalog û mizakereyê re amade ye encax divê ev mizakereyan di bin wekhevî û xizmetkirina ji menfeatên welatê de be.”
Berdevkê Tûgayên Qessam Ebû Ubeyde, ji berxwedana gelê Yemenê ku destekê didin gelê Xezzeyê re silav şand, û bang li hemû însanên azad ên ummetê kir ku bila alîkarî û destekên xwe yên ji bo Xezzeyê bidomînin.
Tevgera Ensarullahê Yemenê, daxuyand ku ji bajara El-Hudeydeyê re 4 êrîşên asîmanî hatin lidarxistin.
Li Nîjeryayê tankereke sotemenîyê teqîya, di encamê de 6 kesan canê xwe ji dest dan.