Pakistanê êrîşek li ser Efxenistanê kir: 28 kes mirin
Wezareta Ragihandinê ya Pakistanê ragihand ku di êrîşên hewayî yên li ser sê hedefan de li Efxenistanê 28 kes hatine kuştin, û îddîa kir ku ev mirin bi êrîşên li Pakistanê ve girêdayî ne.
Wezaretê parastin li ser êrîşan kir û îddîa kir ku ew "pîvandî" bûn û li dijî cihên veşartin û stargehên komên çekdar ên ku berpirsiyarê gelek êrîşên dawî li Xayber Pextunxwa ne, hatine kirin.
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin, "Li gorî îstîxbarata pêbawer, li dijî kamp û veşartgehên Fitna el-Xwarizmi (Tehreek-i-Taliban Pakistan) û komên girêdayî wê li herêma sînorê Efxenistanê operasyonên bijartî û rast hatine kirin."
Di daxuyaniyê de her wiha ev tişt jî hebûn: "Sê hedef, di nav de navendeke perwerdehiya xwekujan jî hebû, bi rastî hatin wêrankirin, û 28 terorîst, û her wiha gelek xwekuj jî hatin kuştin." (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Misirê ragihand ku rêwîtiya deryayî li Qenala Suweyşê bi ewlehî û bi rêkûpêk berdewam dike, û ragihand ku dahatên qenalê di meha Tebaxê de li gorî heman serdema sala borî ji sedî 56,7 zêde bûne.
Pênc Filistînî di êrîşên topxane û çekdarî yên îşxalekrên sîyonîst li ser Xan Yûnisê li başûrê Xezzeyê birîndar bûn. Li gorî raporan, êrîş di demekê de qewimîn ku îxlalkirinên agirbestê dîsa zêde bûne.
Serokê Ukraynayê Volodîmîr Zelenskî ragihand ku wan bi fuze û dronan êrîşî tesîsên li herêmên Moskow û Voronezh ê Rûsyayê kirine.