Pakistan, Konseya Ewlehî ya NY banga civîna acîlî kir

Pakistan, ji ber fealîyetên êrîşdarîya Hîndistanê ya li Cammû Keşmîrê ji Konseya Ewlehîya Neteweyên Yekbûyî (BMGK) daxwazîya rûniştina îstîşareya acîl û girtî kir.
Çavkanîyekî dîplomatîk ê ku ji El Cezîreyê re axivî, daxuyand ku bireveberîya Îslamabadê, gengeşîya ku di 22yê Nîsanê de pêk hat sebeb nîşan da û ji BMGKyê re serlêdanekî fermî kir.
Hîndistanê, îddîa kir ku mirovên çekdar ji Pakistanê ketine nav herêmê; Pakistan van îddîayan bi zimanekî tund red kir, Hîndistanê jî bi meşandina kampanyaya dezenformasyona sîstematîkî sûcdar kir.
Wezareta Karên Derve yê Pakistanê, daxuyand ku bi telîmata Wezîrê Karên Derve Îshak Dar, bi navbeyknarîya Temsîlkarê Daîmî ya Pakistanê ya NYyê Asim Îtfîqhar Ahmed serlêdana Konseya Ewlehîyê kirin. Di daxuyanîyê de bal hat kişandin ku Pakistan ew ê civaka navneteweyî agahdar bike û bi taybetî jî pirsgirêkên rawestandina Peymana Avên Çemê Sîndê bîne rojevê.
Piştî gengeşîya di 22yê Nîsanê de Hîndistanê diyar kir ku ew Peymana Avên Çemê Sîndê rawestandine û ji dîplomatên Pakistanê ên li Delhîya Nû re jî ji bo terkirina welat hefteyekî qewl dabûn. Îslamadê jî li hember van biryaran bi Hîndistanê re hemû têkilîyên bazirganîyê da sekinandin, sehaya xwe ya hewayê ji Hîndistanê re girt û hejmarê dîplomatên Hîndî yên li Pakistanê kêm kir. Xeyn ji vana Pakistanê daxuyand ku her midexeleyekî ji Çemê Sîndê re bê kirin ew ê îlankirina herbê bê nirxandin.
Di vê demê de ji Rûsyayê daxuyanîyekî balkêş hat dayîn. Wezareta Karên Derve yê Rûsyayê, daxuyand ku Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê, di hevdîtina ku şeva yekşemê bi Wezîrê Karên Derve yê Pakistanê Îshaq Dar re li ser telefonê li dar xist de, îfade kir ku Moskova amadeye ku di meseleya Keşmîrê de di navbera alîgiran de navbeyknarîyê bike û alîkarîyê bide pêvajoya çareserîyê. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Rejima îşxalker ji 7ê Cotmeha 2023yan vir ve qirkirina xwe ya li Xezzeyê didomîne, di encama wê qirkirinê de hejmarê şehîdan derket 52 hezar û 567an, hejmarê birîndaran jî gihaşt 118 hezar û 610 kesan.
Di şewata avahiyek pirqatî ya li wîlayeta Uttar Pradesh a Hindistanê de, pênc kes ji heman malbatê mirin.
Li navçeya Hualiena Taywanê di mezinahîya 5,7an de erdhejek çêbû.