Parlamentera Fransî Kathala: Wan me revand, bi şermî lêgerîn kirin û gotin, 'Filistîn tuneye'

Endama Parlamentoya Fransî Gabrielle Kathala, ku li ser keştiyek ku alîkariya mirovî dibir Xezzeyê bû, diyar kir ku ew ji teref rejîma sîyonîst ve li avên navneteweyî hatine girtin û rastî muameleya nemirovane hatine. Kathala, ku di çarçoveya "mîsyona Hanẓala" de derket rê, got ku hevalên wê yên ku hêna jî di girtîgehê de ne di bin zextek giran de ne.
Gabrielle Kathala endama Parlamentoya Fransî, ku di keştiya ku di çarçoveya mîsyona Hanzala de ji bo gihandina alîkariyên mirovî bo Xezzeyê derketibû rê de bû, diyar kir ku rejîma sîyonîst keştiyê di avên navneteweyî de desteser kiriye û serî li rêbazên ku mafên mirovan paşgoh dikin daye.
Kathalla di daxuyaniya xwe ya li ser medyaya civakî de got:
"Wan me xistin nav kamyoneke leşkerî ya tarî û saetekî me tê de girtin. Piştre wan yek bi yek lêpirsîn bi me re kirin. Wan gelek caran li ser min lêgerîn kirin, heta cîhên min ên taybet û mehrem jî kontrol kirin."
Kathala bi berdewamê de diyar kir ku leşkeran dixwestin wan neçar bikin ku belgeyan îmze bikin:
"Artêşa îsraîlê hewl da ku em li ser kaxezek vala îmze bikin û qebûl bikin ku em bê destûr ketine nav herêmeke leşkerî ya qedexekirî. Wan ji me re got, 'Hûn mîna kêzikan in.' Wan hetta bi eşkereyî got, 'Cihêkî bi navê Filistîn tune ye.'"
Kathala tekez kir ku keştîya alîkarîyê bi tenê ji bo mîsyoneke mirovî derketiye rê û got, "Ragirtina keştîyeke ku bi vî rengî bi zorê di avên navneteweyî de diçe, bi awayekî eşkere sûc e. Em di rê de bûn ku alîkarîya gelê Filistînî bikin; ev sûcê me ye."
Kathala her wiha ragihand ku wê di dema lêpirsînê de ji siyonîstan re gotiye: "Ez di Hanzalayê de me ji ber ku îsraîl sûcê qirkirinê dike."
Lê bersiva ku wê wergirt careke din tijî înkar û nijadperestiyê bû: "Wan got, 'Filistîn tune ye, û tu jî tuneyî.'"
Daxuyaniyên Kathala careke din helwesta rejîma sîyonîst a li hember înîsiyatîfên alîkariyê eşkere kir. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Serokê Emrîkayê Donald Trump, ji daxuyanîyên Serokê berê yê Dewleta Rûsyayê Dmitriy Medvedev re bertek nîşan da û got ku ew emir daye, “Du binavên nukleerî bişînin herêmên munasîb.”
Li peravên rojhilata Emrîkayê ji ber barîna zêde, li New York û New Jerseyê rewşa awarte hat îlankirin.
Ji Xezzeya ku divê rojane 800 qamyon bikeve hindir re, tenê qasî 5 qamyonan alîkarî ji hewayê hat şandin, ev jî bû sedema nerazîbûnê.
Rejima îşxalker ji 7ê Cotmeha 2023yan vir ve qirkirina xwe ya li Xezzeyê didomîne, di encama wê qirkirinê de hejmarê şehîdan derket 60 hezar û 332an, hejmarê birîndaran jî gihaşt 147 hezar û 743 kesan.