Parlamentoya Pakistanê piştgiriyeke tam dide Îranê

Parlamentoya Pakistanê bi yekdengî biryarnameyek qebûl kir ku li dijî rejîma îşxalker piştgirîya micadeleya Îranê dike. Biryarnameyê tekez kir ku mafê Îranê yê parastina serweriya xwe rewa ye, di heman demê de êrîşên rejîma îşxalker wekî "îxlalkirineke eşkere ya qanûna navneteweyî" bi nav kir.
Biryarnameya ku ji teref endamên Parlamentoyê ve hatiye îmzekirin bi zelalî diyar kir ku Pakistan li kêleka gelê Îranê ye. Di biryarnameyê de weha hat gotin, "Em bi tevahî piştgiriyê didin mafê Îranê yê parastina xwe li hember êrîşkariya berdewam a îsraîlê."
Di biryarê de her wiha ji hemû welatên Îslamî, bi taybetî ji Rêxistina Hevkariya Îslamî hat xwestin ku li dijî êrîşên rejîma sîyonîst bi yekîtî tevbigerin. Senatoyê diyar kir ku divê zextên li ser rejîma sîyonîst bi rêbazên dîplomatîk û aborî werin zêdekirin.
Parlamentoyê her wiha bi bîr xist ku xeyn ji piştgiriya ku ji Îranê re tê dayîn, divê pirsgirêka Filistînê bi awayekî dadperwerane were çareser kirin. Endaman bang li civaka navneteweyî kirin ku dawî li pîvanên dualî yên li ser rejîma îşxalker bîne.
Li gorî pisporan, biryara Pakistanê ne tenê sembolîk e, di heman demê de di warê hevsengiyên herêmî de peyamek girîng jî hildigire. Piştgiriya eşkere ya ku ji Îranê re tê dayîn nîşan dide ku bertekên li dijî rejîma îşxalker a li cîhana Îslamê zêde dibin, dibe ku bikevin merhaleyeke nû. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Li Kinshasa, paytexta Komara Demokratîk a Kongoyê (KDK), di lehî û hezaza erdê de ku ji ber barana zêde çêbû, 29 kesan canê xwe ji dest dan.
Rejima îşxalker ji 7ê Cotmeha 2023yan vir ve qirkirina xwe ya li Xezzeyê didomîne, di encama wê qirkirinê de hejmarê şehîdan derket 55 hezar û 400î, hejmarê birîndaran jî gihaşt 128 hezar û 923 kesan.
Rejima îşxalker, li dijî herêmên cuda yên başûrê Libnanê êrîşan pêk anît.
Rejima sîyonîst, li Kirmaşanê Nexweşxaneya Farabîyê hedef girt. Di êrîşê de hat desntîşankirin ku nexweşxane zerarê dîtiye û mirovên ku birîndar bûne hene.