Pasdarên Şoreşa Îranê: Keştîyeke bêmirov a Amerîkî li Tengava Hurmuzê hate hedefgirtin
Hêza Behrê ya Sipaha Pasdarên Şoreşa Îslamî ya Îranê ragihand ku wan li Tengava Hurmuzê balafireke bêmirov a Saildrone Explorer a Amerîkî ku ji bo keşf û çavdêriya deryayî dihat bikaranîn, hedef girtiye.
Fermandariya Hêzên Behrê yên Sipaha Pasdarên Şoreşa Îslamî ya Îranê ragihand ku wan li Tengava Hurmuzê wesayîteke bêmirov a Amerîkî hedef girtiye.
Di daxuyaniyê de hat gotin ku keştiyeke bêmirov a Saildrone Explorer a Amerîkî, ku ji bo mîsyonên keşf û çavdêriya deryayî tê bikar anîn, li Tengava Hurmuzê hatiye hedefgirtin.
Her wiha di daxuyaniyê de hat gotin ku baregeha deryayî ya Amerîkî ya li Behrêynê ji ber êrîşên Îranê zerarê dîtîye û xebitandina qeyikên bêmirov ji bo baregeha Hesabê ya li Ummanê hatiye veguhastin. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Li Kenyayê, greva 43 rojî ya hemşîreyan piştî peymana vegerandina kar a di navbera hikûmet û sendîkayê de bi dawî bû.
Li gorî agahîyan, rayedarên rejîma sîyonîst li Şerîaya Rojava ya îşxalkirî 13 planên niştecihbûnê dinirxînin ku tê de avakirina 1670 xanîyên nû tê pêşbînîkirin. Di nav planan de avakirina sê niştecihbûnên nû yên cihûyan jî heye.
Li wîlayeta Bihar a rojhilatê Hîndistanê, lehîyên ji ber barana dijwar çêbûne tesîrî 4.3 mîlyon kesan kirîye.