Perçeyên balafireke barhilgir a ku li peravên Pakistanê winda bûbû, hatin dîtin
Perçeyên balafireke barhilgir a Boeing 737 a K2 Airways ku li peravên Pakistanê ji radarê winda bûbû, li binê behrê hatin dîtin. Xebatên lêgerîn û rizgarkirinê ji bo dîtina pênc kesên ekîba wê berdewam dikin.
Rayedaran ragihandin ku piştî lêgerîna nêzîkî 12 saetan, kavilên balafirê hatine dîtin.
Desteya Balafirgehên Pakistanê ragihand ku kavilên balafirê bi qasî 53 mîlên deryayî (98 kîlometre) li başûrê Bendera Umarayê hatine dîtin.
K2 Airways diyar kir ku di balafirê de du balafirvan, du endezyar û endamekî karmendê piştgiriyê hebûn, lê hêna jî derbarê rewşa ekîban de ti agahdariya fermî nehatiye parvekirin.
Serokwezîrê Pakistanê Şehbaz Şerîf piştî bûyerê sersaxî ji malbatên qurbaniyan re xwest û ferman da ku xebatên lêgerîn û rizgarkirinê zûtir bibin. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Hejmara qurbaniyan piştî du erdhejên bi pileya 7.2 û 7.5 ên ku di 24ê Hezîranê de li Venezuelayê qewimîn, zêde dibe. Rayedaran ragihandin ku hejmara qurbaniyan gihîştiye 3.811 kesan û 16.740 kes jî birîndar bûne.
Tûgayên Qassam, baskê leşkerî yê Hamasê, dîmenên pevçûnên li dijî îşxalkeran li taxa Şêx Ridwan a bakurê rojavayê bajarê Xezzeyê weşand. Dîmen têkoşîn, amadekariyên berxwedanê û wesiyeta dawî ya fermandarê meydanî Yusuf el-Nunu, ku di pevçûnan de şehîd bû, nîşan dide.
Li Iraqê, nîqaşên li ser pêwîstiya ku çek bi tenê di bin kontrola dewletê de bin, dîsa gur bûne. Analîz nîşan didin ku ev daxwazek demdirêj e ku hem ewlehiya navxweyî û hem jî serweriya hiqûqê dihewîne, û ev daxwaz di demên dawî de ji ber zêdebûna zexta navneteweyî ketiye rojevê.