Pere, çek û wesayîtên çeteyên ku ji teref sîyonîst ve tên piştgirîkirin ketin destê HAMASê

Hat ragihandin ku pere, çek û wesayîtên ku ji teref îşxalkerê sîyonîst ve ji bo çeteyên ku piştgirîya wan dike da ku li Xezzeyê li dijî HAMASê bikar bînin hatine desteserkirin, ji hêla HAMASê ve hatine bidestxistin.
Di raporek ji teref Kanala 12 dezgeheke medyayî ya siyonîst ve, ku çavkaniyên artêşê dispêre, hat diyarkirin de hat îfadekirin ku qamyon, çek, cebilxane û mîqdarên mezin ên pereyan ku ji teref rêveberiya Tel Avîvê ve ji bo bikaranîna li dijî HAMASê ji hinek çeteyan re hatine dayîn, ketine destê HAMASê.
Rayedarê artêşa îşxalker bi tundî piştgiriya ku ji çeteyan re hatiye dayîn rexne kir û got, "Ew ketin vê plana bêaqil tevî ku pir eşkere bû ku ew ê bi ku ve biçe."
Her wiha hate destnîşankirin ku HAMAS gelek endamên çeteyan girtine û bêtesîr kirine.
Di raporê de hat ragihandin ku HAMASê herî kêm 45 qamyonet, bi sedan tifingên AK-47, mitralyoz, teqemenî, bombeyên destan û mîqdarên mezin ên pereyên ku ji hêla rejîma sîyonîst ve hatine dayîn bidest xistine.
Hat diyarkirin ku bi vê planê, Tel Avîv fikirî ku ew dikarin çeteyên li Şerîda Xezzeyê wekî alternatîfek ji bo HAMASê pêşkêş bikin û heta yek ji komên herî berbiçav, çeteya "Yasêr Ebû Şebab", di nav çend rojan de li Xan Yûnis, Bajarê Xezzeyê û herêmên dinê hate hilweşandin. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Tûgayên Qessam, baskê leşkerî yê Hamasê, di çarçoveya peymana pevguhertina êsîrên ku di çarçoveya agirbestê de hatiye bicîhanîn de, cenazeyê êsîrekî din ê sîyonîst teslîm kir. Hejmara cenazeyên ku di pênc rojên dawî de hatine radestkirin gihîştiye 10an.
Wezîrê Parastinê yê Pakistanê Xawaja Muhammed Asif û serokê îstîxbarata wî li Dohayê bi şandeyeke Efxenî re hevdîtinan dikin. Armanca hevdîtinan dirêjkirina agirbesta demkî û aramkirina pevçûnên sînor e.
Di êrîşa siyonîstan a li ser wesayîteke sîvîl li taxa Zeytûnê ya Xezzeyê de, yanzdeh endamên heman malbatê, ku ji wan heft kes zarok û du kes jin in, şehîd bûn. Hamasê tekez kir ku ev êrîş îxlaleke eşkere ya peymana agirbestê ya bi navbeynkariya Trump bû.
Serokê Emrîkayê Donald Trump û Serokê Ukraynayê Volodîmîr Zelenskiy li Qesra Spî civiyan.