Polêsên Efxen zeviyek esrarê îmha kir

Polêsên dijî narkotîkê yên Emîrtîya Îslamî ya Efxenistanê di çarçoveya operasyoneke li dijî çandiniyên neqanûnî li bajara Bedexşanê de zeviyeke 23 donimî ya esrarê îmha kirin.
Ehsanullah Kamgar berdevkê polêsê bajarê diyar kir ku di operasyona ku li navçeya Xaşê dest pê kiriye de heta niha zeviyên esrarê li ser 23 donim erd hatine îmhakirin, û got ku polês dê li deverên din ên bajarê jî di îmhakirina berhemên neqanûnî, di nav de zeviyên esrar û afyonê hene, berdewam bike.
Kamgar got ku kampanyaya dijî maddeyên hişber, ku armanc dike çandina neqanûnî, hilberîn û bazirganiya maddeyên hişber kontrol bike, dê heta ku parêzgeh ji belaya maddeyên hişber xilas bibe berdewam bike. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Tûgayên Qessam, diyar kir ku ew ê 4 cesedê êsîran di çarçoveya pevguhertina êsîran de teslîm bikin.
Artêşa îşxalkeran digel agirbesta li Xezzeyê gule li ser Filistînîyên ku vedigerîyan malên xwe reşand. Di encama gulereşandinê de li Taxa Şûcaîyeyê 5 kes şehîd bûn.
Li bajara El Callaoya Venezuelayê, madenekî zêran ji ber şilîyê hilweşîya, di encamê de 14 karker canê xwe ji dest dan.
Rejima îşxalker, li Şerîaya Rojavayê avêtin ser malên êsîrên ku serbestberdane.