Qessam di operasyonekê de beriya agirbestê leşkerên îşxalker kuştin û birîndar kirin

Tûgayên Qessam ragihandin ku wan meha borî li bajarê Refahê di operasyonekê de leşkerên îşxalker kuştin û birîndar kirin.
Di daxuyaniyekê de li ser qenala xwe ya Telegramê, Tûgayên Qessam agahî li ser operasyona ku ji teref Mucahîdên ku ji cepheyên şer vedigerin ve hatî kirin, ragihandin.
Li gorî vê, Qessam Mucahîdîn di 18ê Îlona 2025an de li nêzî Dibistana Dir Yasîn a herêma Cennînê, rojhilatê bajarê Refahê li başûrê Xezzeyê, operasyonek pêk anî.
Di operasyonê de, Mucahîdan zevîyeke mînrêjkirî ya pêşwext li dijî hejmarek wesayîtên leşkerî yên Hummer teqandin, di encamê de leşkerên dijmin hatin kuştin û birîndar bûn.
Mucahîdan her wiha bi tifingên nîşangir hejmarek leşkerên siyonîst hedef girtin, ku li cihê bûyerê birîndar bûn. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Hikûmeta Xezzeyê ragihand ku ji dema destpêkirina agirbestê ve tenê 173 qamyonên alîkariyê derbasî Xezzeyê bûne, û ev mîqdar ji bo pêdiviyên bingehîn ên herêmê jî têrê nake.
Li hewşa dibistana Lîseya Anadoluyê ya Mehmet Akif Ersoy û Dibistana Navîn a Îmam Hatîp a Dîyarbekirê ji bo piştgiriya Misilmanên li Xezzeyê kermesek hate lidarxistin.
Serokê Sûrîyê Ahmed El Şera ji bo hevdîtinên fermî gihîşt Rûsyayê.