Tûgayên El Qessam ê baskê leşkerî ya HAMASê, diyar kir ku ew gelek wesayît û leşkerên sîyonîst di mesafeya sifirê de hedef girtin û wan bêtesîr kirin.
Tûgayên Qessam, di daxuyanîya ku li ser hîsaba xwe ya Telegramê belav kir de derheqê operasyonê de agahîyan da.
Tûgay, destnîşan kir ku şervanên wan, li dijî nuqteya leşkerî ya ku li Kampa Cîbalîyeya bakurê Xezzeyê nû danîye re çalakî li dar xistin.
Qessam, destnîşan kir ku şervanên wan di mesafeya sifirê de 5 leşkerên sîyonîstan bêtesîr kirine, tankekî “Merkava”yê jî bi tevî mirovên di nav de îmhe kirine.
Hat îfadekirin ku micahîdên Qessam cîpekî leşkerî ya îşxalkeran jî bi bombeyên destan hedef girtin û di encamê de wan kuştin û birîndar kirin.
Li Beyt Hanûnê jî bargirakî personelan bi Yasîn 105ê hate hedefgirtin û leşkerên di nav de hatin bêtesîrkirin. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Sîyonîstên îşxalker, qebûl kir ku di seatên serê sibehê de, hatîye tespîtkirin ku ji Yemenê fuzeyek hatîye avêtin. Sîrenên elarmê li herêmên Tel Avîv û îskanên dinê, bi taybetî jî li navenda Filistîna îşxalkirî lêketin.
Rejima îşxalker a sîyonîst ku li Xezzeyê qirkirin û qetîlamên xwe didomîne, êvarê jî êrîşî sîvîlan kir, di encama êrîşê de 13 sîvîl şehîd bûn.
Di daxuyanîya Neteweyên Yekbûyî ya piştî bomberdûmana konên ku sivîlên bi darê zorê li herêma El-Mevasî ya Xan Yûnisê sitar bûn de hat ragihandin ku li Xezzeyê ciheke ewle nemaye û tu kes jî ne di ewlehîyê de ye.
Li peravên Tunusê kelek bin av bû, di encama binavbûna kelekê de herî kêm 27 koçber canê xwe ji dest dan.