Rêberê Înqilabê Xamaneî: Em ji hevdîtinên bi Emrîkayê re çi zêdetir başkar in çi jî zêdetir xirabker in

Rêberê Înqilaba Îslamî ya Îranê Alî Xamaneî derheqê mizakereyên nerasterast a ku bi Emrîkayê re tê kirin de axivî û weha got, “Em ji van hevdîtinan re çi zêdetir başkar in çi jî zêdetir xirabker in. Di encamê de xebatek û tevgerekî ku di serî de bi başîtîyê hatîye biryarkirin û baş hatîye tetbîqkirin e.”
Xamaneî, di civînekî paye bilind de axivî.
Xamaneî, destnîşan kir ku mizakereyên li Ummanê tenê yek ji fealîyetên Wezareta Karên Derve ye ku gelek fealîyetên wan ên cuda hene ye, divê mirov meseleyên welat bi van hevdîtinan re girê nede.
Xamaneî weha got, “Em ji van hevdîtinan re çi zêdetir başkar in çi jî zêdetir xirabker in. Li hember hevdîtinên ku li Ummanê tên kirin, alîyê dinê gelek xerabkar e, em ji hûnerên xwe re jî başkar in. Di encamê de ev gavekî ye, tevgerekî û û gavên wî yên ewil baş hatine avêtin e. Helbet em ji alîyê dinê re gelek xerabkar in lê bawerîya me ya ji hunerên me re jî tam e.”
Alî Xamanenî destnîşan kir ku divê xeletîyên ku di dewra peymana Nukleerê (KOEP) de hatibûn kirin dîsa neyên dubarekirin, “Wê çaxê me welatê kiribû nav rewşekî şertî û me her tiştî bi pêşveçûna mizakereyan re girê dabû. Vebêrder, dema ku bibîne siberoja welat bi mizakereyan re girêdayî ye ew ê veberan neke. Ji bona ku em bighêjin hedefên welat divê pêvajoya fealîyetê bi leztir bimeşe û tu tiştekî bi encamên mizakereyan re neyê girêdayîn.”
Xamaneî di berdewama axavtina xwe de weha got:
“Divê welat bi rêya veberîya hilberînê wê ji gelek pirsgirêkan xelas bibe. Ji ber vê yekê Wezareta Aborîyê, Bankeya Navend û sazîyên dinê, divê berê sermayeya di nav civakê de ye û lîkîdîteyê bidin hilberînê.
Divê ewlehîya veberî bê temînkirin û di warê hilberînê de astengên ku aktorên aborîyê rûbirû dimînin ji holê bên rakirin. Dema ku vêberên nav welat zindî bibe, ew ê veberên biyanî jî ji bona ku li Îranê yatiriman bikin bi dilxwaz bin.
Ne di destê me de ye ku em mueyyîdeyan rabikin, encax bêtesîrkirina van mueyyîdeyan di destê me de ye. Ji bona vêya jî gelek rê û kapasîteya nav welat heye. Heger em bighêjin vê hedefê, wê welat li hember mueyyîdeyan qewettir be.
Di hevdîtinên li Ummanê de alîyê dinê xerabkar e, em ji hunerên xwe re başkar in.” (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Rejima îşxalker ji 7ê Cotmeha 2023yan vir ve li Xezzeyê qetlîamên xwe didomîne, di encama van qetlîaman de hejmarê şehîdan gihaşt 51 hezar û 157an, hejmarê birîndaran jî gihaşt 116 hezar û 724an.
Bi taybetî derdorê Bab el-Amudê ku nîşana Quds û Bajarê Berê ye, di bin dorpêça îşxalkeran de ye.
Rejima sîyonîst îro li dijî Xezze û Xan Yûnisê êrîşek asîmanî li dar xist, di encama êrîşê de zarok jî di nav de gelek Filistînî şehîd bûn.
Li herêm Bedexşana Tacîkistanê di mezinahîya 5,5an de erdhejek pêk hat. Hat îfadekirin ku di encama erdhejê de candayîn û zerareke maddî çênebû.