Rêveberiya Trump dixwaze "krîza xizmetguzarîyê" veguherîne derfetek ji bo bêçekkirina Hamasê
Li gorî Axios, Washington "planeke nimûne" amade dike da ku tevgerê bêçek bike, bi hinceta endamên HAMASê yên ku di tunelên Refahê de asê mane. Ev plan bi hewldanek ji aliyê sêyemîn ve, ku ji hêla Emrîka û rejîma sîyonîst ve tê hevrêzkirin, tê bicîhanîn.
Malpera nûçeyan a Amerîkî Axios, bi îşareta rayedarên Emrîka û rejîma sîyonîst, ragihand ku rêveberiya Donald Trump dixwaze krîza endamên HAMASê yên ku qaşo li Refahê asê mane, wekî xala destpêkê ji bo planeke nû ya bêçekkirina tevgerê bi kar bîne.
Krîza li Refahê di hefteyên dawî de derket holê, dema ku hinek endamên Hamasê di dema dorpêça rejîma sîyonîst a li ser herêmê de di tunel û cihên hilweşandinê de asê man. Hêzên rejîmê îddîa kirin ku ger şervanan teslîm bibin dê korîdorek ewle were vekirin, lê çavkaniyên Hamasê van îddîayan wekî "şerê psîkolojîk" bi nav kirin.
Li gorî Axios, rêveberiya Trump dixwaze vê rewşê veguherîne "modela bêçekkirinê". Pêşniyara Washingtonê ew e ku endamên HAMASê xwe û çekên xwe radestî aliyekî sêyemîn bikin û di berdêla wê de, rejîma sîyonîst dê bi şertê ku "venegerin çalakiyên leşkerî" efûyê bide wan. Li gorî vê pêşniyarê, şervanên berxwedanê yên teslîm bûne dê paşê bo deverên di bin kontrola HAMASê de werin veguhastin û tunel dê werin hilweşandin.
"îsraîl wekî her carê dijwar e, lê em hêna jî danûstandinan dikin," rayedarekî Amerîkî got, di heman demê de yekî din got, "Krîza taktîkî ya li Refahê divê armanceke stratejîk wekî peymana Xezzeyê têk nede."
Lêbelê, çavkaniyên rejîma sîyonîst ji vê planê dûr in. Karbidestekî nêzîkî hikûmeta qaşo Serokwezîr Benyamin Netanyahu got, "Çarenûsa şervanên HAMASê li Refahê an mirin an jî teslîmbûn e." Aliyê rejîmê dibêje ku derbasbûna ewle ji bo hin şervanan tenê bi vegerandina cenazeyê leşkerê sîyonîst Hadar Goldin, ku ji sala 2014an vir ve di destê HAMASê de ye, gengaz dibe.
Rojnameya Yedioth Ahronoth berê ragihandibû ku dibe ku Serfermandarê Giştî Eyal Zamîr razî bibe ku nêzîkî 200 şervanên Hamasê ji herêmê werin derxistin, lê tenê bi şertê ku cenazeyê Goldin di berdêla wê de were radestkirin. Kanala 12 a îsraîlê ragihand ku ev pêşniyar di nav derdorên siyasî de bûye sedema nerazîbûnê û Netanyahu biryar daye ku ew şervan dê li herêmê di bin kontrola rejîma sîyonîst de bimînin.
Li gorî Axios, rêveberiya Trump armanc dike ku vê planê wekî "nimûneyek aştiyane" ya bêçekkirina Hamasê nîşan bide. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Navenda Diyalîzê ya Hind El-Dugma, ku ji ber êrîşên rejîma îşxalker bêkêr bûbû, piştî nûjenkirina ku demek dirêj ji hêla Karwana Hêviyê ve hat kirin, bi duayan hat vekirin.
Serokwezîrê Sûdanê Kamel Îdrîs diyar kir ku bûyerên li Darfûrê "xebata milîsên ku rewatiya neteweyî tune ne" ne û heke şer bi dawî nebe, krîz dê ji bo ewlehiya Efrîqayê û ya cîhanî tehdîdek cîddî be.
Her çiqas danûstandinên ji bo derbasbûna ewle ya endamên Hamasê yên di tunela Refahê de asê mane berdewam dikin jî, nakokiyên sîyasî yên di nav rejîma sîyonîst de pêvajoyê asteng dikin. Pêşniyara Netanyahu ya ji bo destûrdayîna derbasbûnê di nav hikûmetê de rastî nerazîbûnê hat.