Rûsya li Kîevê xist: 6 mirî, gelek birîndar hene
Rûsyayê, bi îHA û fuzeyên aero-balîstîkî êrîşî Kîeva paytexya Ukraynayê kir. di encamê de zayîadek mezin derket û herî kêm 6 kes mirin.
Hat îfadekirin ku Rûsyayê ji êvarê de bi fuzeyên aero-balîstîkî êrîşan pêk tîne, di encama van êrîşan de 6 kes mirin û ji 10an zêdetir mirov birîndar bûn.
Hat ragihandin ku êrîş tenê li dijî Kîevê nehatîye lidarxistin, Rûsya di heman demê de êrîşê Odesa, Xarkov, Çernihiv û Rostovê jî kirîye.
Serokê Dewleta Ukraynayê Volodîmîr Zelenskî, daxuyand ku Rûsyayê ji êvarê re 22 fuze û 460 ÎHAyan avêtîye Ukraynayê. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Berdevkê Emîrtîya Îslamî ya Efxenistanê Zebîhullah Mucahîd ragihand ku di êrîşa bombeyî ya hêzên Pakistanî de li ser maleke sivîlan li parêzgeha Xost Efxenistanê 10 kes mirin.
Ajansa Alîkarî û Kar a Neteweyên Yekbûyî ji bo Penaberên Filistînî (UNRWA) tekez kir ku tevî agirbestê jî rewşa mirovî li Xezzeyê karesatbar e.
Rêxistina Koçber a Navneteweyî ya Neteweyên Yekbûyî (IOM), destnîşan kir hejmarê mirovên ku ji bajara Faşîr û derdorê wîlayeta Darfura Bakur ê Sûdanê ji cîhê xwe bûne gihîştîye 106 hezar û 387 kesan.