Rejîma îşxalker êrîşî leşkerên Neteweyên Yekbûyî kir

Rejîma îşxalker li Lubnanê gule li leşkerên Neteweyên Yekbûyî reşand.
Hêza Aştiyê ya Demkî ya Neteweyên Yekbûyî li Lubnanê (UNIFIL) di daxuyaniyekê de got ku artêşa îşxalker rasterast gule li xaleke UNIFILê li başûrê gundê Kefer Şûba yê Lubnanê reşandiye û got ku "UNIFIL ji ber tevgera êrîşkar a Hêzên Parastina îsraîlê (IDF) ya vê dawîyê li hember personel û milkên UNIFILê yên li nêzî Xeta Şîn nîgeran e."
Di daxuyaniyê de hat gotin ku gule li çepereke UNIFILê hatiye reşandin û ev êrîş piştî agirbesta di navbera îsraîl û Lubnanê de di 27ê Mijdara sala borî de, cara yekem e ku çepereke UNIFILê rasterast hatiye hedefgirtin.
Her wiha di daxuyaniyê de hate ragihandin ku artêşa îşxalker di demên dawî de li dijî hêzên UNIFILê çalakiyên din ên êrîşkar pêk aniye, di nav de bi lazeran tacîzkirina hêzên UNIFILê û şopandina wan bi balafirên bêmirov (drone) heye.
Di daxuyaniyê de hat gotin, "Em ji hemû aktoran re tînin bîra xwe ku ewlehî û parastina karmend û milkê NY misoger bikin û her tim rêz li destnedana mal û tesîsên NY bigirin." (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Êrîşên rejîma siyonîst li ser rojnamevanên Filistînî bûne sîstematîk. Sendîkaya Rojnamevanên Filistînî ragihand ku di meha Nîsanê de 80 sûcên cuda hatine kirin û 3 rojnamevan şehîd bûne.
Rejima îşxalker ji 7ê Cotmeha 2023yan vir ve qirkirina xwe ya li Xezzeyê didomîne, di encama wê qirkirinê de hejmarê şehîdan derket 53 hezar û 119an, hejmarê birîndaran jî gihaşt 120 hezar û 214 kesan.
Li wîlayeta Lai Chauya Vîetnamê di înşeata santrala hîdroelektrîkê de ax hezîya, di encamê de herî kêm 5 karker canê xwe ji dest dan.
Li Nîjeryayê ji ber taya Lassayê vê salê hejmarê mirîyan derket 138an.