Rejîma îşxalker 10 êsîrên Filistînî ji Xezzeyê berdan

Rejîma sîyonîst 10 êsîrên Filistînî yên ku di êrîşên berdewam ên li ser Xezzeyê de hatibûn girtin, berdan. Êsîrên ku hatine berdan rakirin nexweşxaneyê.
Hêzên îşxalker îro 10 êsîrên Filistînî ji Xezzeyê berdan. Ew di dema komkujiya sîstematîk û şerê ku di 7ê Cotmeha 2023an de dest pê kir de hatibûn girtin bûn.
Êsîrênn serbestberdayî li Nexweşxaneya Şehîd El-Eqsa li Dêr Belehê ji kontrolên tenduristî derbas bûn. Rayedaran ragihandin ku êsîr di şert û mercên dijwar de hatine êsîrgirtin û pirsgirêkên tenduristiyê yên cîddî dijîn.
Li gorî rêxistinên mafên mirovan ên Filistînî, rejîma sîyonîst heta niha nêzîkî 18,500 Filistînî, di nav wan de li Şerîaya Rojava û Qudsê yên îşxalkirî jî hene, êsîrin.
Nêzîkî 1747 kesên ku li Xezzeyê hatine girtin, li kampên leşkerî têne girtin û ji ber ku ew wekî "şervanên biyanî" têne dabeşkirin, ji mafê xwe yê parastinê li gorî qanûnên navneteweyî bêpar in.
Di îfadeyên girtiyên serbestberdayî de îxlalkirinên mafên mirovan ên cîddî hatine ragihandin, di nav de îşkence, muameleya xerab, paşguhkirina tenduristî, cezayê hucreyê yê tenê, û bêparhiştina xwarin û tenduristiyê. Li gorî raporê, ev kiryar di bin erêkirin û çavdêriya rasterast a berpirsên payebilind ên rejîma îşxalker de hatine kirin.
Pisporên hiqûqa navneteweyî tekez dikin ku ev îxlalkirinan gelek peymanên navneteweyî, bi taybetî Peymana Cenevreyê, îxlal dikin û heta dikarin wekî sûcên şer û sûcên li dijî mirovahiyê bêne hesibandin. Lêbelê, bêdengiya civaka navneteweyî li ser vê mijarê, digel piştgiriya eşkere ya welatên rojavayî ji bo rejîma îşxalker, rastî rexneyan hatiye.
Li gorî daneyên dawî, ji 7ê Cotmeha 2023an vir ve herî kêm 75 girtî di zindanên îşxalê de şehîd bûne. Ji wan 46 kes ji Xezzeyê bûn, yên din jî ji herêmên din bûn. Her çend nasname û şert û mercên mirina piraniya şehîdan veşartî bimînin jî, hinek ji wan bi eşkereyî hatine îdamkirin. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Piştî erdheja 6.5 pileyî ku li wîlayeta Papuayê çêbû, hişyariya tsûnamiyê hat dayîn, lê li gorî raporên destpêkê, ti ziyanên can û mal çênebûne.
Rejîma îşxalker îro sibê li Xan Yûnis û Xezzeyê di êrîşên xwe de 12 Filistînî şehîd kirin. Di êrîşan de gelek kesên din jî birîndar bûn.
Artêşa îşxalker digel peymana agirbestê li başûrê Lubnanê baregeheke leşkerî ya nû ava dike.