Rejîma îşxalker a sîyonîst, li hinek cîhên Heleb û Îdlîbê êrîşa asîmanî li dar xist.
Ajansa Xebera rejîma Sûrîyeyê SANA, daxuyand ku rejîma îşxalker hinek cîhên çîyayî yên Heleb û Îdlîbê hedef girtîye.
Di xeberê de hat îfadekirin ku di encama êrîşê de mirî û birîndar çênebûne lê zerarên meddî çêbûne.
Wezareta Parastina Sûrîyeyê jî di daxuyanîya ku belav kir ku weha got:
“Piştî nîvê şevê di seat 00.45an de dijminê îsraîlê ji alîyê başûrrojhilata Helebê hinek herêmên çîyayî yên Heleb û Îdlîbê hedef girt. Di êrîşê de hinek zerarên meddî pêk hatin.”
Rejîma sîyonîst ji sala 2011an vir ve ku di nav Sûrîyeyê de herba navxweyî heye dem bi dem êrîşî hinek cîhan dike. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Bi dehan sîyonîstên kolonyalîst, ketin nav hewşa Mescîdî Eqsayê û êrîş kirin.
Koalîsyona di pêşengîya Emrîkayê de ye, ji bajara bendera Yemenê re 3 êrîşên asîmanî li dar xist.
Hîzbullahê Libnanê, îro li dijî baregehên îşxalkeran û “Kfar Blum”a Celîleya Jorîn hedef girt.
Li bajara Zhuzhaiya Çînê wesayîtek ket nav qelebalixîyê, di encamê de 35 kes mirin, 43 kes jî birîndar bûn.