Rejîma îşxalker bi bikaranîna birçîbûnê wek çek li Xezzeyê komkujîyê dike
HAMAS diyar kir ku rejîma îşxalker bi bikaranîna birçîbûnê wekî çek li dijî zêdetirî 2 mîlyon Filistîniyên li Xezzeyê sûcê qirkirinê dike.
Hamasê di daxuyaniyekê de got ku "Hikûmeta îsraîlê zêdetirî 70 roj in ku Xezzeyê dorpêç kiriye û rê li ber hemû pêdiviyên bingehîn ên jiyanê yên wekî xwarin, derman, av û sotemeniyê girtiye."
Di daxuyaniyê de hat gotin ku rejîma îşxalker di êrîşên xwe yên li ser Xezzeyê de di heman demê de birçîbûna bi zorê wekî çek li dijî Filistîniyan bi kar tîne û ji bo bidawîkirina vê rewşê daxwaza mudaxeleya lezgîn a civaka navneteweyî û welatên Ereban hat kirin.
Di daxuyaniyê de tekez li ser vê yekê hat kirin ku artêşa îşxalker li ber çavên hemû cîhanê qirkirineke eşkere pêk tîne û hat gotin, "Sîyonîstê dijmin, ku li dijî zêdetirî 2.5 mîlyon kesan birçîbûnê wekî çek bikar tîne, bi eşkereyî li dijî îradeya Neteweyên Yekbûyî, rêxistinên din ên ku gelek caran banga ketina alîkariya mirovî û vekirina deriyên sînor kirine û civaka navneteweyî ye."
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku bêdengiya navneteweyî şerm e û nekarîna rawestandina şer û birçîbûnê têkçûna pergala navneteweyî nîşan dide. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Îranê li peravên Kendava Ummanê tankereke petrolê ya biyanî ku tê de 6 milyon lître sotemeniya dîzelê ya qaçax hatibû dîtin desteser kir. Hat ragihandin ku pergalên navîgasyonê yên tankerê hatine sekinandin.
Rejîma îşxalker îro serê sibê bi ser gelek deverên Şerîaya Rojava de girt û gelek kes desteser kir.
Nûnerê taybet ê Serokê Emrîkayê Donald Trump, Steve Witkoff, li Berlînê bi Zelenskî û rêberên Ewropî re dicive, wekî beşek ji hevdîtinên ku armanca wan bidawîanîna şerê li Ukraynayê ye. Lêbelê, paytextên Ewropî berî destpêkirina danûstandinan ji Washingtonê garantiyên ewlehiyê yên zelal dixwazin.
Piştî ku wesayîteke leşkerî li Suweydayê ji teref dronekê ve hate hedefgirtin, hêzên ewlehîyê yên Sûrîyeyê agirbest wekî îxlalkirin îlan kirin û peyama "bersiveke tund" dan komên çekdar.