Rejîma sîyonîst êrîşî Xezzeyê kir: Zêdetirî 25 şehîd û bi dehan birîndar

Di êrîşên hewayî yên vê dawiyê yên rejîma sîyonîst li ser Zîvala Xezzeyê de herî kêm 25 Filistînî şehîd bûn, ku piraniya wan li Xan Yûnisê bûn.
Êrîşên rejîma sîyonîst li ser Xezzeyê berdewam dikin. Ji şeva borî ve di êrîşên hewayî yên dijwar de herî kêm 25 Filistînî hatine kuştin û bi dehan kes jî birîndar bûne. Êrîş bi taybetî li ser bajarê Xan Yûnisê li başûrê Xezzeyê bûne.
Balafirên şer ên rejîma sîyonîst li El-Mewasî û Taxa Japonî ya li rojavayê Xan Yûnisê gelek malên sîvîlan hedef girtin. Tîmên parastina sîvîl di nav kavilan de lêgerîna kesên winda didomînin.
Di êrîşên li navenda Xezzeyê de, du jin li navçeya el-Bessa ya Dêr el-Belah di xaniyekî de hatin kuştin û gelekên din jî birîndar bûn. Her wiha sê Filistînî di xaniyekî din de ku li kampa penaberan a el-Mexazî hatibû hedefgirtin, hatin kuştin.
Hat ragihandin ku leşkerên siyonîst li çend deverên Xan Yûnisê xanî teqandin û hilweşandin.
Wezareta Tenduristiyê ya Xezzeyê doh (Yekşem) ragihand ku di 24 saetên dawî de di encama êrîşên siyonîstan de 88 Filistînî şehîd bûne û 374 kes jî birîndar bûne. Hejmara şehîd û birîndarên di êrîşên ku ji 7ê Cotmeha 2023an vir ve berdewam dikin de gihîştiye 59 hezar û 821 kesan û hejmara birîndaran jî gihîştiye 144 hezar û 851 kesan.
Di vê navberê de, berdevkê artêşa sîyonîst diyar kir ku şerê li Xezzeyê berdewam dike û artêşê planên şer ên nû pêşkêşî rayedarên siyasî kiriye. Berdevk îddîa kir ku êrîşên ku bi navê "Erebeyên Gideon" hatine binavkirin, hemû armancên xwe bi dest xistine. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Serokê Emrîkayê Donald Trump, ji daxuyanîyên Serokê berê yê Dewleta Rûsyayê Dmitriy Medvedev re bertek nîşan da û got ku ew emir daye, “Du binavên nukleerî bişînin herêmên munasîb.”
Li peravên rojhilata Emrîkayê ji ber barîna zêde, li New York û New Jerseyê rewşa awarte hat îlankirin.
Ji Xezzeya ku divê rojane 800 qamyon bikeve hindir re, tenê qasî 5 qamyonan alîkarî ji hewayê hat şandin, ev jî bû sedema nerazîbûnê.
Rejima îşxalker ji 7ê Cotmeha 2023yan vir ve qirkirina xwe ya li Xezzeyê didomîne, di encama wê qirkirinê de hejmarê şehîdan derket 60 hezar û 332an, hejmarê birîndaran jî gihaşt 147 hezar û 743 kesan.