Rejîma sîyonîst li dijî Lubnanê careke din agirbestê îxlal kir
Rejîma sîyonîst digel agirbestê, êrîşên xwe yên li ser başûrê Lubnanê didomîne. Herî dawî, li bajarokê Zutr el-Şerqiye li başûrê Lubnanê teqînek mezin çêbû.
Tê gotin ku teqîneke mezin ku ji teref rejîma sîyonîst ve li bajarokê Zutr el-Şerqiye li başûrê Lubnanê pêk hatiye, li herêmê bûye sedema fikarên berfireh.
Her çend hûrgiliyên destpêkê yên derbarê cewherê êrîşê û zirara ku çêbûye de nehatine parvekirin jî, bûyer di demekê de qewimî ku rejîma sîyonîst tevî peymana agirbestê çalakiyên xwe yên leşkerî li Başûrê Lubnanê didomand. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Enes Şerîf, ku qetlîam, birçîbûn û wêranîya li Xezzeyê ji cîhanê re ragihand, di 10ê Tebaxa 2025an de, di êrîşa rejîma sîyonîst a li ser konê ku rojnamevan lê kom bûbûn li ber Nexweşxaneya El Şîfa ya li bajarê Xezzeyê de şehîd bû. Salek piştî şehadeta El Şerîf, wêneyên Xezzeyê yên ku bi kameraya wî gihîştin cîhanê û peyama wî ya dawî di bîra me de mane.
Di şewata kargeheke mobîlyayê ya li herêma pîşesaziyê ya Musa Sanaiya li Riyada paytexta Erebistana Siûdî de 16 karkerên Bangladeşî mirin.
Tevgera berxwedana Îslamî ya Hamasê tekez kir ku ew pabendî rêkeftina ku bi navbeynkar û Konseya Aştiyê re derbarê nexşerêya temamkirina pêkanîna merhayela duyemîn a rêkeftina agirbestê li Xezzeyê de hatiye kirin in.