Rejîma sîyonîst li Şerîeya Rojava û Qudsê 50 Filistînî êsîr girt
Li gorî agahiyan, rejîma sîyonîst li Şerîaya Rojava û Qudsa îşxalkirî herî kêm 50 Filistînîyan êsîr girtiye.
Li gorî daxuyaniya Komeleya Êsîrên Filistînî, leşkerên rejîma siyonîst li Şerîaya Rojava û Qudsê êrîşên xwe didomînin.
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku ji doh êvarê ve siyonîstan herî kêm 50 Filistînî li deverên wekî Qelqelya li bakurê Şerîaya Rojava, Jerîko, Cenîn, Beytlehm, Nablus û Ramallah li rojhilat êsîr girtine.
Her wiha hat ragihandin ku leşkerên siyonîst li deverên vekirî yên bajarokê Beyt Ummar ê El Xelîlê lêpirsîna Filistîniyan didomînin.
Hat ragihandin ku di dema êsîrgirtinê de, Filistînî rastî îşkenceyê hatine, rasterast gule lê hatine reşandin û malên êsîran jî hatine wêrankirin.
Komeleya Êsîrên Filistînî diyar kir ku rejîma siyonîst "siyaseta xwe ya rojane ya êsîrgirtina" civaka Filistînî didomîne.
Hate diyarkirin ku ji dema ku rejîma sîyonîst di Cotmeha 2023an de dest bi êrîşên li ser Xezzeyê kir, nêzîkî 20 hezar û 500 Filistînî di çarçoveya êrîşên zêdebûyî yên li Şerîaya Rojava de êsîr hatine girtin.
Piştî ku rejîma sîyonîst êrîşên xwe yên li ser Xezzeyê dest pê kirin, li Şerîaya Rojava û Qudsê di serdegirtin, girtin û êrîşên li dijî Filistîniyan de gelek zêdebûn çêbûn. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Piştî barana zêde, konên ku Filistîniyên ku ji ber êrîşên îşxalkerên sîyonîst li Xezzeyê neçar man malên xwe biterikînin lê bicih bûbûn, di bin avê de man.
Ji ber qirêjiya hewayê û şewba grîpê, li 18 wîlayetên Îranê, li saziyên xwendina navîn û bilind perwerde bi dûr ve tê dayîn.
Neteweyên Yekbûyî (NY) biryara Emrîkayê ya zêdekirina Cartel de los Soles, ku serokê Venezuelayê Nicolas Maduro îddîa dike ku ew pêşengiya wê dike, li navnîşa terorê wekî biryarek yekalî bi nav kir û ragihand ku ew bi fikarek cîddî nîqaşên pevçûnê yên di navbera her du welatan de dişopînin.