Rejima îşxalker digel agirbestê li Xezzeyê 5 Filistînîyan şehîd kir

Artêşa îşxalkeran digel agirbesta li Xezzeyê gule li ser Filistînîyên ku vedigerîyan malên xwe reşand. Di encama gulereşandinê de li Taxa Şûcaîyeyê 5 kes şehîd bûn.
Li gorî xebera ku WAFAyê diyar kir leşkerên îşxalker bi balafirên bêînsan yê hewayê ve êrîşî Filistînîyên ku vedigerîyan malên xwe kir. Di xeberê de hat îfadekirin ku di êrîşa li dijî Taca Şûcaîyeyê de 5 Filistînî şehîd bûn.
Hat îfadekirin ku 2 Filistînîyên ku di êrîşên berê de birîndar bûbûn jî şehîd bûn.
Artêşa îşxalker bi daxuyanîya ku belav kir de êrîşê rast kir. Di daxuyanîyê de hat îddîakirin ku komek Filistînî “Xeta Zer” derbas kirine ku ew xet wek xeta vekişandinê tê binavkirin û nêzê leşkeran hatine.
Tê bibîranîn ku artêşa îşxalker berê jî digel agirbestê gule li ser Filistînîyan reşandibû û bûbû sedema şehîdbûna gelek Filistînîyan. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Tûgayên Qessam, diyar kir ku ew ê 4 cesedê êsîran di çarçoveya pevguhertina êsîran de teslîm bikin.
Li bajara El Callaoya Venezuelayê, madenekî zêran ji ber şilîyê hilweşîya, di encamê de 14 karker canê xwe ji dest dan.
Rejima îşxalker, li Şerîaya Rojavayê avêtin ser malên êsîrên ku serbestberdane.