Rejima qatil dîsa Xezzeyê kir gola xwînê: 8 şehîd gelek birîndar hene
Rejima sîyonîst îro li cîhên cuda yên Xezzeyê êrîşan pêk anîtin, di encama wan êrîşan de herî kêm 8 kes şehîd bûn, gelek kes jî birîndar bûn.
Li gorî çavkanîyên herêmî û ekîbên tenduristîyê, artêşa îşxalê li herêma El Mewasîya bajara Xan Yûnisê êrîşî konekî kirin, di êrîşê de pîrekek û zilamê wê şehîd kirin.
Hat îfadekirin ku li herêma Ez-Zenneya bajaroka Benî Suheylayê mala malbata Barakeyê hat hedefgirtin, di encamê de 5 Filistînî şehîd bûn, gelek kes jî birîndar bûn.
Xeyn ji van êrîşan li bajara El Belada Deyrê jî çend roj berê êrîş hatibû kirin û di wê êrîşê de jî Filistînîyekî bi navê Naîl Hîlmî Nakale birîndar bûbû û ew birîndar şehîd ket.
Li Taxa Tuffahê jî êrîş malan hat kirin, rojhilata Taxa Zeytûnê jî dûçarê êrîşê topavêtan bû. Li alîyê rojhilata Taxên Şûcaîye û Tuffahê jî dûçarê êrîşa îHA û wesayîtên bizirxan bûn. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Îranê li peravên Kendava Ummanê tankereke petrolê ya biyanî ku tê de 6 milyon lître sotemeniya dîzelê ya qaçax hatibû dîtin desteser kir. Hat ragihandin ku pergalên navîgasyonê yên tankerê hatine sekinandin.
Rejîma îşxalker îro serê sibê bi ser gelek deverên Şerîaya Rojava de girt û gelek kes desteser kir.
Nûnerê taybet ê Serokê Emrîkayê Donald Trump, Steve Witkoff, li Berlînê bi Zelenskî û rêberên Ewropî re dicive, wekî beşek ji hevdîtinên ku armanca wan bidawîanîna şerê li Ukraynayê ye. Lêbelê, paytextên Ewropî berî destpêkirina danûstandinan ji Washingtonê garantiyên ewlehiyê yên zelal dixwazin.
Piştî ku wesayîteke leşkerî li Suweydayê ji teref dronekê ve hate hedefgirtin, hêzên ewlehîyê yên Sûrîyeyê agirbest wekî îxlalkirin îlan kirin û peyama "bersiveke tund" dan komên çekdar.