Sîyonîstên îşxalker, li Xezzeyê êrîşê malên sîvîlan kir di êrîşê de herî kêm 18 Filistînî şehîd bûn, gelek kes jî birîndar bûn.
Artêşa qaşo yê rejima sîyonîst li Xezzeyê êrîşên xwe bênavber berdewam dike.
Balafirên aîdê rejima îşxalker, li Ceddeya Bereketa başûrê bajara Deyr el-Belaha Xezzeyê êrîşê mala malbata Şahînê kirin.
Di êrîşê de 18 Filisîtînî şehîd bûn, gelek kes jî birîndar bûn.
Di encama bomberdmana mala malbata Şaata ku Taxa En Nasrê de jî pîrekek û 4 zarok şehîd bûn, gelek kes jî birîndar bûn.
Sîyonîstên îşxalker ji Cotmeha 2023yan vir ve di qirkirinên xwe yên li Xezzeyê de 46 hezar û 645 kesan şehîd kir, 110 hezar û 12 kesan jî birîndar kir. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Di qirkirina ku ji 7ê Cotmehê vir ve ji teref sîyonîstên îşxalker ve li Xezzeyê hat kirin de hejmara şehîdan derket 46 hezar û 707an û hejmara birîndaran jî derket 110 hezar û 265an.
Li nêzê bajara Reşta Îranê balafireke perwerdehîyê ji ber xerabûneke teknîkî ket xwarê, di encamê de 3 kesan canê xwe ji dest dan.
Volkana Îbuyê piştî teqînê stûneke ax a 4 hezar metre bilind derxist.
Bi dehan kedxwarên sîyonîst îro di bin parastina polêsên îşxalker de avêtin ser hewşên Mescîda Eqsayê.