Rejima qirker, li Xezzeyê 97 Filistînîyan şehîd kir

Rejima sîyonîst ku li dijî Xezzeyê qirkirina xwe didomîne, doh ji seatên serê sibe ve bombardmanan pêk tîne, di encama êrîşa xwe ya nû de sîvîl û Filistînîyên ku di rêza alîkarîya însanî de bûn herî kêm 97 kes şehîd bûn, bi sedan mirov jî birîndar bûn.
Li gorî çavkanîyên Nexweşxaneyê, li herêmên Cîbalîyeya bakur û rojhilata Şûcaîyeyê 5 kes, di êrîşa li dijî mala malbata Kessabê de 2 kes, ji sîvîlên ku li nêzê Ceddeya Halaveyê kom bûbûn jî 3 kes şehîd bûn.
Di êrîşa ku li dijî sîvîlên ku li nêzê Camîya El-Alemîya Taxa Tuffahê de diman hat lidarxistin de 3, ji sîvîlên ku li ser Ceddeya Wehdetê li hêvîya alîkarîyêbûn herî kêm 10 kes şehîd bûn. Li heman herêmê di êrîşa ku li dijî wesayîta bi ker re hat lidarxistin de jî 4 kesan şehîd bûn.
Artêşa îşxalker, 4 dibistanên li Taxa Tuffah û Zeytûnê ku sîvîlên bi tehdîda ‘valabikin’ û xwe sipartibûn van mekteban hedef girt. Di êrîşa ku li tesîsa bêhndana El-Baka ya li Xezzeyê de jî herî kêm 34 kes ku di nav wan de pîrek, zarok û rojnamegerekî heye şehîd bûn. Mirovên ku bûyerê dîtin, îfade kirin ku balafirên rejima sîyonîst ji Baka Kafeyê re herî kêm fuzeyekî avêtin û tesîsê bi temamî wêran kirin.
Rayedarên Nexweşxaneya Şîfayê, weha daxuyand, “Cenazeyê şehîdan dema ku ji nexweşxaneyê re hatin anîtin parçe parçe bûn. Qorîdor û odeyên nexweşxaneyê bi birîndarên ku rewşa wan giran in re tijîye.”
Di êrîşa li dijî depoyekî alîkarîyê de 10 Filistînî şehîd bûn, bi dehan birîndar jî ji nexweşxaneyê re hatin rakirin. Li ser Ceddeya Sîkka ya Zeytûnê 1, li Kampa Penaberan Eş-Şatîyê jî 5 kesan canê xwe ji dest dan.
Hat destnîşankirin ku di navbera mirovên ku ji nexweşxaneya li Xan Yûnisê hatin anîtin de 13 şehîd û ji 50 zêdetir birîndar hene. Çavkanîyên nexweşxaneyê, ev rewşê jî wek “di asta felaketê de ye” nirxandin.
Di êrîşên ku bi piştgirîya Emrîkayê têne kirin de gelek pîrek, zarok û îxtîyar têne şehîdkirin, heta niha ji 190 hezarî zêdetir Filistînî an şehîd bûn an jî birîndar bûn. Bi hezaran mirov winda ne û bêmal mane. Di êrîşê terorîstên sîyonîstan de gelek kes ji ber birçîna jî şehîd bûne. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Serokê Venezuelayê Nicolas Maduro diyar kir ku saziyên Neteweyên Yekbûyî hilweşiyane û got, "Li hemberî komkujiyên rojane yên li Filistînê diqewimin, ti nirxek ji saziyên NY re nemaye."
Îro, çeteyên cîhûyîyan di bin parastina polêsên sîyonîstan de katin nav Mescîdî Eqsayê.
Li herêmên cuda yên Şerîaya Rojavayê êrîşên rejima sîyonîst berdewam dikin. Di bûyerên ku nav rojê pêk hatin de sê ciwan şehîd bûn, mirovek birîndar bû, gelek kes jî hatin êsîrgirtin.