Rejima sîyonîst li Xezzeyê qetlîamekî nû pêk anît: Herî kêm 48 şehîd

Balafirên herbê yên sîyonîstan li bakur, orte û başûrê Xezzeyê êrîşên asîmanî pêk anîtin. Di encama van êrîşan de herî kêm 48 kes şehîd bûn. Îşxalkeran di vê êrîşê de çadiran, herêmên ku sîvîl lê dicivin û xanîyan hedef girt.
Êrîşên rejima îşalker ên li dijî Xezzeyê bênavber berdewam dikin.
Îşxalkeran, li Bakurê Cîbalîyeyê, Deyr el-Balah, kampa Penaberan a Nuseyratê û li derdorê Xan Yûnisê hedef girtin.
Li dijî çadirên Kampa Penaberên En-Necata herêma Mewasîyê êrîşeke asîmanî hat lidarxistin. Di êrîşê de li gorî dîyarîyên ewil 4 kesan canê xwe ji dest dan. Ekîbên aîdê Nexweşxaneya Kuveytê, mirî û birîndarên di bin kavilan de derxistin derve.
Di êrîşa ku li dijî derdorê Nexweşxaneya Kuveytê hat lidarxistin de jî 9 kes şehîd bûn. Mirovên ku xwe sipartibûn herêm El-Nerakeya Deyr el-Belahê jî hatin hedefgirtin û di encamê de 5 kes şehîd bûn.
Dema ku sîvîl dicivîyan hatin bomberdmankirin
Sîvîlên ku li ser Ceddeya Zuhura nav Kampa Penaberên Nuseyratê civîyan jî hatin hedefgirtin, di encamê de 3 kes şehîd bûn, li Ceddeya Mahkemeya bajarokê Cîbalîyeyê jî malekî hat hedefgirtin, di encamê de 3 kes jî li vê derê hatin qetilkirin.
Hat îfadekirin ku li herêma “Dûwara Ebû Hamîd” a navenda Xan Yûnisê jî êrîş hat lidarxistin û di êrîşê de jî malbatên Burbah û Mezyenê şehîd bûn.
Li gorî agahîyên ku ji çavkanîyên tendurîstîyê hatine bidestxistin, di êrîşên ku ji serê sibeha înê hatîye lidarxistin vir ve hejmarê şehîdan derket 48 kesan. 10 Filistînîyên ku li hêvîya alîkarîyê bûn jî di nav şehîdan de ne.
Xeyn ji van agahîyan rejima îşxalker li Cîbalîyeyê jî xebatên xwe yên wêrankirinê didomîne, di encamê de gelek canîyan tune kir. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Neteweyên Yekbûyî (NY) ragihand ku hejmara kesên ku bi darê zorê ji Xezzeyê koç kirine ji 796 hezarî derbas bûye.
Bi hezaran Filistînî, digel hemû astengîyên artêşa rejima îşxalker nimêja xwe yên Înê li Mescîdî Eqsayê kirin.
Serokwezîrê qaşo yê rejîma sîyonîst Benyamîn Netanyahû got ku heger HAMAS agirbest û peymana pevguhertina êsîran qebûl bike jî, ew ê Xezzeyê îşxal bikin û got, "Em ê di her rewşê de vê bikin. Qet nîşanek şibheyê tunebû ku em HAMASê li wir nehêlin."
Wezareta Tenduristî ya Filistînê ya li Xezzeyê, daxuyand ku di êrîşên 24 seatên dawîn ên rejima sîyonîst a li dijî Xezzeyê de 70 kes şehîd bûn, 356 kes jî birîndar bûn.