Rejima îşxalker li Xezzeyê dayîkek û sê zarokên wê şehîd kir

Di êrîşa ku li dijî kampa penaberan a Xan Yûnisa Xezzeyê hat lidarxistin de dayîkek û sê zarokên wê hatin şehîdkirin. Êrîş, di roja 643yemîn a qirkirinê de bi hedefgirtina cîhên sîvîlan berdewam dike.
Artêşa sîyonîstên terorîst, di roja 643yemîn a êrîşên qirkirinê de careke dinê jî sîvîlan hedef girt.
Di êrîşa ku nîvê şevê li dijî malekî hat lidarxistin de dayîkek û sê zarokên wê şehîd bûn.
Li gorî agahîyên ku ji çavkanîyên fermî yên Filistînê hatine bidestxistin, cenazeyê şehîdan ji Kompleksa Tip a Nasserê re hatin rakirin.
Xeberên ku ji Xezzeyê têne şandin, nîşan dide ku vê êvarê jî kampên sîvîlan hatine hedefgirtin. Hat îfadekirin ku ji ber êrîşan gelek sîvîl birîndar bûne û hêna jî gelek însan di bin kavilan de ne.
Di êrîşên ku ji 7ê Cotmehê vir ve berdewam dikin de heta niha 57 hezar û 860 Filistînî şehîd bûn, 137 hezar û 409 kes jî birîndar bûn.
Hêna jî gelek kes di bin kavilan de ne û ji ber êrîşan kes nikare bighêje wan. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Baranên musonê ku li Pakistanê dibare bû sedema lehîyê, di encama lehîyê de heta niha 98 kes mirin, birîndar jî gihîştin 185 kesan.
Hamasê diyar kir ku qaşo serokwezîrê rejîma sîyonîst, Benyamin Netanyahu, bi zanebûn peymana danûstandina berfireh sabote kiriye û berdewamiya êrîşan li ser gelê Xezzeyê pêk anîtîye. Tevgerê tekez kir ku danûstandinên berpirsiyar ji bo agirbestek daîmî û danûstandina êsîrên hevbeş berdewam dikin.
Li Şerîaya Rojava berxwedana li dijî îşxalkeran berdewam dike. Di 24 saetên dawî de di 15 xwepêşandanên cuda de siyonîstek hat kuştin û çar leşker jî birîndar bûn.
Li gorî agahîyan, di çarçoveya pêvajoya bêçekkirina PKKê de, komek endamên PKKê li bajarê Silêmaniyê yê Herêma Kurdistanê çekên xwe şewitandin.