Rejîma qatil 6 rojnamevanên din li Xezzeyê şehîd kir

Di êrîşeke li ser konê çapemeniyê ya nêzîkî Nexweşxaneya Şîfa li Xezzeyê de, heft kes, di nav wan de rojnamevanên El Cezîreyê Enes el-Şerîf û Muhammed Qurayka jî hebûn, hatin şehîdkirin.
Rêxistinên navneteweyî êrîşê şermezar kirin, Hamas û Cîhada Îslamî jî êrîşê wekî "sûîqesteke bi zanebûn" bi nav kirin.
Şeva Yekşemê li nêzîkî Nexweşxaneya Şîfa li Xezzeyê, konê çapemeniyê ji teref balafirên bêmirov ên rejîma sîyonîst ve hate hedefgirtin. Di êrîşê de heft kes hatin şehîdkirin, di nav wan de nûçegihanên El Cezîreyê Enes Şerîf û Muhammed Qurayka, wênekêş Îbrahîm Zahir û Muhammed Nufel, rojnamevan Muhammed Xalidî û kameraman Mumin Eliywe hebûn.
Peyamnêrê El Cezîreyê Hanî el-Şer ragihand ku êrîşê rasterast konê ku rojnamevan di nav de diman hedef girtiye û gelek kes birîndar bûne. Muhammed Ebû Selmiye, rêveberê Navenda Pizîşkî ya Xezze Şîfa, diyar kir ku êrîş hewldanek kuştinê ya rasterast li dijî endamên çapemeniyê yên li kampusa nexweşxaneyê bû.
Piştî êrîşê, artêşa rejîma sîyonîst rojnameger Enes Şerîf wekî "terorîst" bi nav kir û wî bi endamtiya Hamasê sûcdar kir. El Şerîf vê dawiyê ji ber ku wêneyên qirkirin û birçîbûna li Xezzeyê ji cîhanê re ragihandibû, di medyaya işxalker de rastî êrîşê hatibû.
Berdevkê Sekreterê Giştî yê NY Stephane Dujarric êrîşê şermezar kir û bal kişand ku lazim e endamên çapemeniyê bi azadî wezîfeyên xwe pêk bînin. Raportora Taybet a NY Irene Khan got, "îsraîl hewl dide rastiyê bikuje, lê ew ê bi ser nekeve." Komîteya Parastina Rojnamevanan ragihand ku ji 7ê Cotmeha 2023an vir ve herî kêm 180 rojnamevanên Filistînî hatine qetilkirin. Komeleya Rojnamevanên Emrîkayê jî Şerîf wekî "rojnamevanekî rêzdar" bi nav kir.
Hamasê bang li civaka navneteweyî kir ku tedbîrên lezgîn bigirin, û got ku êrîş "lûtkeya faşîzm û hovîtiyê" temsîl dike. Tevgera Cîhada Îslamî got ku bûyer "beşek ji planeke bêdengkirina rojnamevanan û vekirina rê li ber komkujiyên nû" ye.
Rejîma sîyonîst ji destpêka şer a di 7ê Cotmeha 2023an de ve gelek rojnamevan, di nav wan de Îsmaîl el-Gul û Husam Şebat ji ekîba El Cezîreyê jî hene, hedef girtiye. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Wezareta Karên Derve yê Emîrtîya Îslamî ya Efxenistanê, biryara bi temamî bidestxistina Xezzeyê ya rejima îşxalker bi tundî şermezar kir.
Rejima îşxalker ji 7ê Cotmeha 2023yan vir ve qirkirina xwe ya li Xezzeyê didomîne, di encama wê qirkirinê de hejmarê şehîdan derket 61 hezar û 369an, hejmarê birîndaran jî gihaşt 152 hezar û 850 kesan.
Li Xezzeya ku bi dorpêç û êrîşên rejima îşxalker xela kurtir dibe, di nav 24 seatên dawîn de 11 kesên dinê jî ji birçîna canê xwe ji dest dan û şehîd bûn.