Rejîma sîyonîst li ser sînorê Lubnanê dîwarekî lê dike
Her çiqas Neteweyên Yekbûyî avakirina dîwarekî li ser sînorê Lubnanê ji teref rejîma sîyonîst ve şermezar dike jî, tê gotin ku Tel Aviv amadekariyan dike ku di demek nêzîk de êrîşeke leşkerî ya sînorkirî li dijî Hizbullahê bide destpêkirin.
Neteweyên Yekbûyî ragihand ku rejîma sîyonîst dîwarekî betonî ava kiriye ku sînorê Lubnanê îxlal dike.
Stephan Dujarric, Berdevkê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) got ku dîwarê ku ji teref artêşa rejîma sîyonîst ve hatiye çêkirin, rê li ber gihîştina xelkê xwecihî bo qadeke bi qasî 4 hezar metreçargoşeyî digire.
Lêkolîneke ji teref UNIFIL (Hêza Demkî ya NY li Lubnanê) ve eşkere kir ku avakirina beşek din a dîwêr li herêma Yaron a li rojhilat berdewam dike.
NY daxwaza rakirina dîwar ji rejîma siyonîst kir û ev destpêşxerî wekî îxlalkirina serweriya Lubnanê bi rêya biryara 1701 a Konseya Ewlehiyê ya NY wesifand.
Di heman demê de, çapemeniya rejîma sîyonîst radigihîne ku Tel Aviv êrîşeke sînorkirî li dijî Hizbullahê plan dike. Armanc qaşo navendên hilberîna çekan in ku di nav tesîs û avahiyên bin erdê de, bi taybetî li Geliyê Bekaayê û derdora Beyrûtê veşartî ne. Qaşo ev tesîs tetbîqatên perwerdehiya rast ji bo mûşekên giran pêk tînin.
Rojnameyê destnîşan kir ku Hizbullah hêna jî bi deh hezaran mûşek û dronên nifşê nû çêdike û hinek ji hêmanên xwe ji nû ve li herêma di navbera Çemê Lîtanî û sînor de belav kiriye.
Tekez li ser vê yekê hat kirin ku artêşa rejîma sîyonîst xêzek 135 kîlometre li başûrê Lubnanê kontrol dike û tevî peymana agirbestê ya sala borî jî hin gir dagir dike.
Şer û pevçûnên di navbera rejîma sîyonîst û Hizbullahê de li ser sînor di Cotmeha 2023an de di Îlona 2024an de veguherî şerekî berfireh, ku di encamê de nêzîkî 4 hezar kes hatin kuştin, 17 hezar kes birîndar bûn û li Lubnanê wêranîyek mezin çêbû.
Berdewamiya dagirkirina hinek herêman ji aliyê rejîma sîyonîst ve, aloziyê li herêmê didomîne. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
HAMASê hişyarî da ku felaketeke însanî dikare ku çêbibe û ji ber nêzîkbûna zivistanê ji cîhanê xwest ku alîkariya Xezzeyê bikin.
Serokkomarê Îranê Mesûd Pezeşkîyan bi Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şîa Sûdanî re bi rêya telefonê axivî.
Paytexta Ukraynayê di saetên serê sibê de ji aliyê êrîşeke mezin a Rûsyayê ve hate hejandin, di encamê de li gelek deveran qurbanî û şewat çêbûn, ji ber ku pergalên parastina hewayî hatin aktîfkirin.