Rejîma îşxalker a sîyonîst ciwanekî 15 salî yê Filistînî şehîd kir
 
                         
                        Li bajarokê Silvad ê Ramallahê yê Şerîaya Rojava, dema ku hêzên îsraîlê gule li ser wan reşandin, ciwanekî 15 salî yê Filistînî şehîd bû.
Li gorî ajansa nûçeyan a fermî ya Filistînê WAFA, qaşo leşkerên rejîma îşxalker a siyonîst şevê êrîşî bajarokê Silvad kirin. Wan bi guleyên rastîn, gaza rondikrêj û bombeyên deng gule li niştecihên ku nerazîbûna xwe li dijî vê êrîşê nîşan didan reşandin.
Ciwanekî Filistînî yê 15 salî bi navê Yamîn Samid Hemîd ku di bûyerê de bi giranî birîndar bûbû, şehîd bû.
Li gorî şahidên bûyerê, hêzên rejîma îşxalker demekê nehiştin ekîbên tenduristîyê bigihîjin birîndar. Hamid piştre birin Navenda Tenduristî ya Filistînê, lê tevî hemû hewldanan jî ew nehat rizgarkirin.
Tê ragihandin ku ji destpêka êrîşên li ser Xezzeyê di 7ê Cotmeha 2023an de, serdegirtin, desteserkirin û êrîşên hêzên îşxalker ên li dijî Filistîniyan li Şerîaya Rojava û Qudsa Rojhilat a îşxalkirî zêde bûne. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Rejîma sîyonîst pabendî ti peymanên ku îmze kiriye nabe. Hêzên îşxalker ên ku êrîşên xwe li Xezzeyê didomînin, agirbesta ku 10 meh berê bi Lubnanê re hatibû îmzekirin îxlal dikin û êrîşên xwe didomînin.
Hat diyarkirin ku li Nîjeryayê 42 leşker bi îddîaya teşebûsa derbeyê hatin binçavkirin.
Li wîlayeta Beglanê 48 tiryakxwaran hatin tedawîkirin û dûre ew gihaştin malbatên xwe.