Sûrîye: Îddîayên ku hêzên me ji nû ve ketine Siwêdayê ne rast in

Wezareta Karên Hindir ê Sûrîyeyê weha got, “Xeberên ku Hêzên me yên ewlehîyê ketine Siwêdayê rastîyê nîşan nadin.”
Berdevkê Wezareta Karên Hindir ê Sûrîyeyê Nureddîn El Baba, derheqê hinek xeberên ku ji teref sazîyên nûçeyan ve tê gotin, “Hêzên Ewlehî ya Hindir ketine Wîlayeta Siwêdayê” de daxuyanî da û got derew in.
El Baba, di daxuyanîya ku da de, îfade kir ku derheqê îddîayan de tu daxuyanîyeke fermî tineye, rastîya xeberê jî bi zimaneke tund red kir. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Berdevkê Wezareta Karên Derve yê Îranê Îsmaîl Beqayî, îddîayên Fermandarîya Hêzên Navenda Emrîkayê (CENTCOM) ku digot, komekî leşkerî ya bi navê Hêzên Berxwedana Netewî ya Yemenê (NRF) tê zanîn, li Yemenê sewqîyatekî çekan a Îranê ku “Gelek Mezin e” ji Husîyên li Yemenê re diçû bidestxistine, wek “bêbingeh û parçeyek kampanyaya propagandaya li dijî Îranê” nirxand.
Endamê Biroya Sîyasî yê HAMASê û Mesulê Karên Qudsê Harun Nasiruddîn, bal kişand ku berxwedana gelê Qudsê wê projeyên sîyonîstan beredayî bike. Nasiruddîn, bang li ummetê kir ku xwedî li Mescîdî Eqsayê derkevin.
Welatên Ewrûpayê, Îranê dîsa bi mueyyîdeyên neqanûnî tehdîd kirin. Tehran jî ev rewşa Rojavayê wek “sabotejekî nû ya dîplomatîkî” nirxand.