Sûrîye ji êrîşa Netanyahu ya li ser Çiyayê Şêx re bertek nîşanî da
Wezareta Karên Derve ya Sûrîyeyê diyar kir ku ketina serokwezîrê rejîma îşxalker Binyamîn Netanyahû ji herêma li Çiyayê Şêx (Hermon) ji aliyê hêzên îşxalker ve hatiye îşxalkirin, îxlalkirina yekparçeyiya axa Sûrîyeyê ye.
Di daxuyaniyekê de ku li ser hesabê medyaya civakî yê wezaretê hatiye belavkirin, ketina neqanûnî ya Netanyahu bo nav axa Sûrîyê û serdana wî ya Çiyayê Şêx wekî "kiryarek provokatîf û îxlalkirina eşkere ya serwerî û yekparçeyiya axa Komara Erebî ya Sûrîyê û qanûna navneteweyî" hatiye binavkirin û "bi tundî hatiye şermezarkirin".
Wezaretê tekez kir ku îxlalkirin û êrîşên berdewam ên rejîma îşxalker li nav axa Sûrîyeyê gurrbûneke talûke pêk tînin ku ewlehî û aramiya herêmê tehdît dike û wiha got, "Komara Erebî ya Sûrîyeyê dagirkeriya îsraîlê bi tevahî berpirsiyarê encamên van îxlalkirinan dibîne û bang li Neteweyên Yekbûyî, rêxistinên navneteweyî û welatên bi bandor dike ku berpirsiyariyên xwe yên rawestandina van êrîşan û vegera Peymana Veqetînê ya 1974an bigirin ser xwe." (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Piştî salan ji şopandin û hewlên kuştinê, îşxalkerên sîyonîst li Xezzeyê êsîrê Filistînî Ferah Ehmed Hemîd ku piştî serbestberdana wê di sala 2011an de di çarçoveya danûstandina êsîran a "Wefa el-Ehrar" de sirgûnî Xezzeyê kiribûn şehîd kirin.
Piştî êrîşa tolhildanê ya Îranê li ser baregeha hewayî ya Muwaffaq Saltî ya li Urdinê, gelek balafirên şer ên Emrîkayê zirar dîtin.
Li gorî raporên hatine belavkirin, Komara Îslamî ya Îranê di operasyonên xwe yên tolhildanê yên vê dawiyê yên li dijî keştîyên şer ên Amerîkî de, ji bo lêdana hedefên behrê yên liv û tevger, mûşekên balîstîk ên pêşketî û manevrayî bi kar anîne.